​​​​​​​Ciwanên Dêrazorê dewreyeke din a perwerdeya tenduristiyê bi dawî kir

Îro li bajarokê Sifîrê yê Dêrazorê bi tevlêbûna 26 kesan dewreya sêyemîn a fêrkirina destwerdana lezgîn bi dawî bû.

​​​​​​​Ciwanên Dêrazorê dewreyeke din a perwerdeya tenduristiyê bi dawî kir
3 ÇILE, 2022   13:48
DÊRAZOR

Bi sponseriya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hemleya "Di her malekî de alîkarek” dewreya sêyemîn a fêrkirina destwerdana lezgîn bi tevlêbûna 26 kesan li bajarokê Sifîrê yê li rojavayê Dêrazorê bi dawî bû.

Kesên tev li dewreyê bûne, heta mehekê fêrî rêbazên destwerdana lezgîn bûn û waneyên teorîk û pratîk di warê dermankirina birînan, şewatan û danîna derziyan de girtin.

(şx)

ANHA