Leşkerên Tirk gundekî Behdînanê dorpêç kir

Gundê Dayla yê ser bi Herêma Biradost ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin. Leşker rê nadin tu kesî ji malên xwe derkevin. Kesên ji mal derdikevin, leşker wan direvînin.

Leşkerên Tirk gundekî Behdînanê dorpêç kir
3 ÇILE, 2022   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Bêdengiya Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê jî hîna dewam dike.

Tevî êrişan demên dawî de leşkerên dewleta Tirk a dagirker dikevin nava gundan û xelkê di nav mala wan de jî direvînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, leşkerên Tirk derdora gundê Dayla ya ser bi Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê dorpêç kirine.

Li gorî agahiyan leşker nahêlin kes ji malên xwe derkevin, kesên derdikevin jî êrişî wan dikin, yan jî wê direvînin. Leşker nahêlin kes bi hewara sewalên xwe jî biçin û gund bi giştî xistine bin dorpêçê.

Hêjayî gotinê ye di 31’ê Kanuna 2021’an de leşkerên dewleta Tirk 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost a ser bi Hewlêrê revandin. Dewleta Tirk wan ciwanan ji nav xaka Başûr revandin û birine Tirkiyeyê. Hîn jî aqûbeta her dû ciwanan nayê zanîn.