​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawayê 700 darên zeytûnê qut kirin

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker derdora 700 darên zeytûnê li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê qut kirin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawayê 700 darên zeytûnê qut kirin
3 ÇILE, 2022   08:42
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên Feyleq El-Şam derdora 700 darên zeytûnê yên mezin qut kirin da ku êzingên wan bifroşin û xwezaya herêmê wêran bikin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku ji wan daran 250 dar ên welatiyê bi navê Ebûd Bekir in û zeviyê wî li ser rêya Kefer Nebo-Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.

(şx)

ANHA