Nivîskareke skotlendî: Ji bo pêkanîna aştiyê divê PKK'ê ji "lîsteya tororê" bê derxistin

Nivîskar û çalakvana siyasî ya skotlendî Sara Glenn diyar kir ku hikumetên rojavayî, dikarin bi rêya derxistina navê PKK`ê ji ''lîsteyên terorê'' derfeteke rastîn ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn peyda bikin. Her wiha got, mayîna PKK`ê di vê lîsteyê de tundiya li dijî kurdan zêdetir dike.

Nivîskareke skotlendî: Ji bo pêkanîna aştiyê divê PKK'ê ji "lîsteya tororê" bê derxistin
3 ÇILE, 2022   05:08
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê kampanyayên bi banga derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" tên lidarxistin. Di 13`ê Kanûna 2021`an de Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya Kurdan, kampanyeke navneteweyî bi heman armancê ragihand.

Ji 30 dewletan, zêdetirî hezar kesayetên navdar tev li kampanyayê bûn û jê re pêşengtî  kir. Her wiha gelek parlamenter, akademîsyan, hunermend, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan tev lê bûn. Li rex wê jî gelek kovar skotlendî û îtalî ji bo piştgiriya kampanyayê, gotar belav kirin.

Nivîskar û çalakvana siyasî ya ji Brîtanyayê Sara Glenn ku niha li Strasburga Fransayê dimîne tev li kampanya derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" bû. Têkildarî mijarê got, tu hiceteke qanûnî  tune ye ku navê PKK`ê bikeve "lîsteya terorê".

Sara Glenn di hevpeyvînekê li gel ajansa me de, sedemên ku ji ber wê Yekitiya Ewropa (YE) û Amerîka navên PKK`ê xistine ''lîsteya terorê'' û bandorên wê li doza Kurd diyar kirin got, ev yek wek bertekekê li dijî têkoşîna li dijî mêtîngerî û faşîzmê hat. Her wiha anî ziman, welatên ku dixwazin tundî lê bi dawî bibe, divê navê PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' derxînin û berê xwe bide aştiyeke rasteqîn.

Hevpeyvîn wiha ye:

Yekitiya Ewropa û Amerîkayê navê PKK`ê xistine ''lîsteya terorê'', nêrîna wê çi ye gelo?

Ew dixwazin êrişên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê rewa nîşan bidin û tevahî têgehên ku partî pê bang dike vala derxin, di heman demê de da ku hemû tevger û rêxistinên kurdan ên girêdayî vê partiyê nerewa nîşan bidin. Ji bo van hemûyan navê Partiya Karkerên Kurdistanê xistin lîsteya terorê. Di gotarên ku li ser vê partiyê hatine nivîsandin de, pirî caran gotina `Partî di nava lîsteya terorê de ye'. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li xwendevanan dike.

Ruxmî ku PKK`ê di ''lîsteya terorê'' de ye, lê ev partî kiryareke terorîst nekiriye, berovajî wê ji bo parastina nirxên mirovahiyê yên hemû pêkhateyan û pêkanîna azadiyê, di sêrî de azadiya jinan, tê dikoşe. Her wiha di şerê li dijî DAIŞ`ê ya ku destek ji Tirkiyê digire, rolek lîst. Bi nêrîna we gelo ev delîl hemû têrê nakin ku navê partiyê ji "lîsteya terorê'' bê derxistin?

Kiryara terorîstî çi ye? tu pênaseyeke zelal jê re tune ye, tu danasîna lihevkirî li ser tune ye, li Ingiltere ne tenê kiryara pratîk dibe teror, her wiha plankirin jî dibe kiryareke terorîst.

Dadgeha Belçîkayê dozeke girîng pêşkêş kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê wek partiyekê ku destê wê di şerekî çekdarî yê ne navneteweyî de heye xuya kir. Ev girtek baş in û gelek girîng in.

Di vê dawiyê de ji bo derxistina navê PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' gelek însiyatêf hatin ragihandin. Navên skotlendî cihê xwe di van însiyatîfan de digirin. Gelo hûn çawa vê yekê dinirxînin. Bandora van însiyatîfan li civaka skotlendî çi ye?

Ne pêkane ku kampanyeke tenê karibe tiştekî pêk bîne. Divê bi hev re kar bikin da ku ev fikir bê qebûlkirin. Heke fişareke mezin ji aliyê gelê ve tune be, siyasetmedar nalivin. 

Kovareke skotlendî di 21`ê Kanûna 2021`an de gotarek têkildarî derxistina navê PKK ji ''lîsteya terorê'' belav kir. Gelo bandora vê yekê li gelê skotlendî çi ye?

Min gelek gotar ji Kovara Bella re nivîsandin. Ez her tim gotaran li ser kurdan li ser malperên tevna civakî yên skotlendî belav dikim. Skotlend e biçûk e, ez di nav çepgirên skotlendî de navdar im. Careke din dibêjim, gotareke tenê bandorê nake û tiştekî naguhere. Rêzegotarên herdem, bala şêniyan dikişînin. Wê bihêlin şênî zêde tev li kampanyayê bibin.

Ez di wê baweriyê de me ku skotlendî dema navên navdar li welêt dibînin, piştgiriya doza derxistina partiyê ji lîsteya terorê dikin, ev yek dê kêrhatî be.

Bangewaziya we ji bo YE û Amerîkayê çi ye heta ku navê PKK`ê ji lîsteyê derkeve?

Min nivîsand û dîmen li ser Twitterê belav kir. Min piştrast kir ku divê Brîtanya navê partiyê ji lîsteyê derxe. Hikumetên rojavayî dikarin derfeteke rasteqîne ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn peyda bikin. Ev yek dê bi rêya derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê pêk tê. Ev dewlet bi rêya danûstandinan dikarin derfetên çareserkirina doza kurdan li Tirkiyê zêde bike, ku karibin derfetê bidin wan da ku bi rûmet û di nava aştiyê de bijîn û bingehekê çêke da ku nijadperestiya li Tirkiyê bi dawî bibe.

Ji du salan ve, Dadgeha Belçîkayê got nabe Partiya Karkerên Kurdistanê wek rêxistineke terorîst bê bi navkirin. Ji ber ku di nakokiyeke çekdarî ya ne navneteweyî de şer dike. Ji ber wê qanûnên şer, ne qanûnên cezayî li ser tê meşandin. Tu hiceteke qanûnî ya binavkirina Partiya Karkerên Kurdistanê wek rêxistineke terorîst tune ye.

Gelek girîng e em qanûnên ku ev biryar li gorî wê hatiye dayîn binirxîne. Qanûn wek bertekê li dijî têkoşîna li dijî mêtîngerî û faşîzmê pêşket ku di hin şert û mercan de berxwedana çekdarî dipejirîne.

Ji bo gelek kurdan, ev partî, maf û hebûna wan diparêzin û ji bo civakeke baştir tê dikoşe û rêzdariyeke mezin li hemberî wê tê kirin.

Di dîroka nûjen de, kengî her du aliyên nakok ji bo danûstandinê amade bin, wê demê aştî pêkan e. Mîna ku li Afrîka Başûr û Irlenda Bakur pêk hatî. Partiya Karkerên Kurdistanê heta demeke dirêj ji diyalogê re amade bû, lê dewleta Tirk hewl dida ku nasnameya kurdan bi tundiyê bi çewsîne û hemû nîşaneyên kurdan, wek kiryarekî terorîst bi nav dikin.

Dewletên mîna Tirkiyê ku Partiya Karkerên Kurdistanê qedexe dikin, derfetê didin dewleta Tirk ku tundiyê li şûna aştiyê bipejrîne. Ji bo kesên piştgiriya doza kurdî dikin biçewsîne di nav de civakên kurd ên li derveyî Tirkiyê, pênaseya nerm a terorê bi kar tîne.

Welatên ku dixwazin bi rastî tundiyê bi dawî bibe, divê navê  Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteyê derxin û ji bo pêkanîna aştiyê kar bikin.

(şx)

ANHA