​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin

Şêniyên gundewarên Zirganê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û gotin, ew li gundên xwe dimînin û bi axa xwe ve girêdayî ne.

​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em dev ji axa xwe bernadin
2 ÇILE, 2022   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van demên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî navçeyên Zirgan û Til Temirê topbaran kirin, welatî, mizgeft hedef girtin û komkujî li dijî şêniyên Zirganê pêk anîn.

Girêdayî mijarê, welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed ê ji Zirganê wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker dermirovî ne, ji ber ku gundên tê de şênî hene topbaran dike û bi bihaneyên şerê li dijî terorê mizgef û welatiyan topbaran dikin. Lê berovajî wê hedefgirtin û wêrankriina mizgeftan teror e."

Ehmed pirsî ku çi gunehê zarok û şêniyan heye ku şehîd, birîndar û koçber bibin û wiha domand: "Divê em li ber xwe bidin û li ser xaka xwe bimînin."

Li aliyekî din jî Ehmed Mihemed Cewad ê ji gundê Esediyê wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê me bi dijwarî topbaran kir. Ji bo ku zarokên me birîndar nebin derketin derdora gundên Mişêrfê, Kîsra, Mesede û nav zeviyên çandiniyê. Ew jî ji ber tirsa zarok birîndar nebin. Her wiha di encama topbaranê de 3 welatî ji gund şehîd bûn."

Di encama êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gundê Esediyê de du jin û zarokek şehîd bûn; Cewahir Mûsa Nehar û xwişka wê Cemala Mûsa Nehar û zarok Elam Elî Îsa (2), her wiha 5 welatiyên din; Ela Elî Îsa (2), Mihemed Îsa Elî (5), Mihemed Xelef (33), Mihemed Ebdulhemîd (1) û Xişman Hesen Xelef jî birîndar bûn.

Cewad wiha domand: "Erdogan bi navê îslamiyetê welatiyan qetil dike û mizgeftan hilweşîne, welatiyan dike çete û li dijî me dide şerkirin. Lê em xaka xwe ji Erdogan û çeteyên wî re nahêlin."

Her wiha Hevserokê Şaredariya Til Emîr Ebdulezîz Muhacirî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û wiha got: "Em bi tundî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî welatî û rêveberiyên sivîl şermezar dikin. Em derbasî saleke nû bûn hîna jî Erdogan welatiyan hedef digire. Her wiha mala endama rêveber a şaredariya me Cemala Mûsa Nehar hedef girt, di encamê ew û xwişka wê şehîd bûn û zarokê (2) jî şehîd bû."

Muhacirî ev tişt anî ziman: "Bila Erdogan û çeteyên wî baş bizanin em dev ji xaka xwe bernadin û heta nefesa dawî li ser xaka xwe ne."

Derbarê armancên dagirkeriya Tirk ji van êrişan de Muhacirî wiha lê zêde kir: "Armanca wan valakirina herêmê ji şêniyên resen û bicihkirina çeteyan e da ku demografiya herêmê biguherin. Lê bila tevahî bizanin em xak, xaka me ye û ji kesekî re nahêlin."

Muhacirî got NATO berpirsiya van êrişan e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk endameke NATO’yê ye û divê NATO li hember hovîtiya deweta Tirk û êrişên wê li dijî welatiyan bê deng nemîne, divê destwerdanê bike ku êrişên wê rawestîne, ewlehî û aştiya şêniyan misoger bike."

(fr)

ANHA