Bi însiyatîfa gel herêma Dehlê veguherî herêmeke geşt û seyranê

Bi însiyatîfa ciwan û Şaredariya Gel a Girkê Legê, herêma Dehlê ya li nêzî gundê Qerxo yê bakurê rojavayê navçeya Girkê Legê ji bo şêniyên herêma Cizîrê veguherî devereke geşt û seyranê.

Bi însiyatîfa gel herêma Dehlê veguherî herêmeke geşt û seyranê
Bi însiyatîfa gel herêma Dehlê veguherî herêmeke geşt û seyranê
Bi însiyatîfa gel herêma Dehlê veguherî herêmeke geşt û seyranê
Bi însiyatîfa gel herêma Dehlê veguherî herêmeke geşt û seyranê
Bi însiyatîfa gel herêma Dehlê veguherî herêmeke geşt û seyranê
Bi însiyatîfa gel herêma Dehlê veguherî herêmeke geşt û seyranê
2 ÇILE, 2022   08:07
QAMIŞLO- KELSÛME ELÎ

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo bêhnvedanê berê xwe didin herêma Dehlê ya li bakurê gundê Qerxo û başûrê rojhilatê gundê Delavê Kera.             

Herêma Dehlê çi ye ?

Di devoka herêmê de peyva "Dehil" ji bo herêmên daristanî tê bikaranîn. Dehlê li ser deşteke daristanî ya nêzî gundê Qarxo ye ku yek ji gundên Aliya ya navçeya Girkê Legê ye. Dehlê bi bedewiya xwezaya xwe, hebûna gelek darên bê berhem û darên fêkiyan, her wiha bi kaniya ku di tevahiya salê de diherike navdar e.

Ava kaniyê ji nava zinaran derdikeve û ber bi gelî û zinarên belavbûyî de diherike. Li herêmê gelek darên bêberhem û fêkiyan hene ku xelk di havînan de li bin siya wan rûdinin.

Herêma Dehlê ji ber xemsariyê ne herêmeke naskirî bû.

Bi hewldana şêniyên gundên Aliya û bi alîkariya Şaredariya Gel a Girkê Legê veguherî herêmeke geşt û seyranê.

Piştî şoreşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa ewle û aram bû sedem ku gelek însiyatîfên hawîrdorê û çalakiyên gel ji bo nûkirina daristanên herêmê werin lidarxistin. Gelek însiyatîfên çandina daran li gundên Eliya li çend herêman wekî parka gundê Helaq û daristanên Dehlê derketin.

Berî du salan komek ciwanên gundên Eliya yên nêzî daristana Dehlê hemleyek ji bo çandina herêmê û avakirina cihên giştî li dar xistin. Ciwanan li destpêka kaniyê 3 hawizên gilober ava. Her wiha peykerên hunerî jî hatin çêkirin.

Şaredariya Girê Legê bi armanca teşwîqkirina însiyatîfên gel erka  paqijiya qada daristanê, çandina daran, belavkirina çopdankan û danîna tableyên nîşandanê girtin ser milê xwe.

Li gorî şêniyên gundê Qerxo yê nêzî bi Dehlê ve, bi însiyatîfa gel û hewlên Şaredariya Gel a Girkê Legê, gund ji bo şêniyên herêma Cizîrê veguherî herêmeke geşt û seyranê.

Welatiyê ji gundê Qerxo yê bi navê Murad Hesen diyar kir ku di rojên betlaneyê de şênî ji hemû herêmên Cizîrê ji bo bêhnvedanê tên herêma Dehlê. Her wiha destnîşan kir ku ava kaniyê di gundê wan re derbas dibe û bedewiyê li wê herêmê zêde dike.              

Her wiha li ser deşta Dehlê goristaneke kevn heye ku gel dîroka wê nizanin, lê dibêjin ew ya şêxekî ye û duayan dikin.

Murad Hesen spasiya însiyatîfa gel û Şaredariya Gel a Girkê Legê kir ji ber hewlên wan ên nûkirina herêma Dehlê.

(dx)

ANHA