‛Êrişa li ser Kobanê plankirîbû, li dijî vîna ciwan û Rêveberiya Xweser bû'

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dawî ya dagirkeriya Tirk a li dijî ciwanên li Kobanê gotin: " Ev êriş plankirîbû. Di radeya yekemîn de li dijî  Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengtiya ciwan û jinan bûn."

‛Êrişa li ser Kobanê plankirîbû, li dijî vîna ciwan û Rêveberiya Xweser bû'
2 ÇILE, 2022   02:48
QAMIŞLO-SILAV EBDUREHMAN

Piştî berxwedana gel a mezin a li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk a dagirker stratejiya xwe guhart da ku vîna gel lawaz bike û bi wê re welatî yekser bi balafirên bêmirov hedef girtin.

Ji dawiya Tebaxa borî ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirovî li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de li dijî ciwan û jinên ciwan berdewam dikin.

Herî dawî di 25’ê Kanûnê de, bi balafireke bêmirov a biçek maleke li Kobanê bombebaran kir, di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên bênavber ên dagirkeriya Tirk ên li dijî welatiyan bi taybet li dijî ciwan û jinan, endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê Ferîde Nasan got: "Dagirkeriya Tirk şerê vîna gelan dike, bi taybet gelên ku banga azadî û wekheviyê dikin."

Ferîde Nasan wiha domand: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê di glek qadan de serkeftin û destkeftî pêk anîn, dengê gelan ê xwesteka azadiyê, berxwedana tevahî pêkhateyan eşkere kir, her wiha sûcên dagirkeriya Tirk eşkere kir."

‛ STÛNA CIVAKÊ DIKIN HEDEF’

Têkildarî êrişa bi balafira bêmirov a li dijî ciwanan a li Kobanê, Ferîde Nasan sersaxiyê ji malbata şehîdan re xwest û wiha domand: "Ev êriş plankirîbû. Di radeya yekemîn de li dijî  Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengtiya ciwan û jinan bûn."

Ferîde Nasan diyar kir ku  dagirkeriya Tirk ciwan û jinan hedef digire, ji ber stûna şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û hêza dînamîk a civakê ne.

Ferîde Nasan destnîşan kir ku ciwan û jinan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de roleke mezin list û wiha got: "Fedekariyên ciwan û jinan ji bo guhartina zihniyeta civakê bandorekê erênî ya mezin çêkir, ji lew re dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hemû hêza êrişî wan dikin."

Di vê dawiyê de çapemeniya dagirkeriya Tirk û PDK’ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hedef digirin û xebata wan reş dikin, ew yek jî di êrişa hêzên PDK’ê li dijî ciwan, Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdan de yên ji 3 mehan ve li deriyê Sêmalkayê çalakiya wergirtina şehîdên xwe li dar xistine, diyar bû.

Ferîde Nasan bal kişand ser êrişa hêzên PDK’ê ya li dijî çalakgerên li deriyê Sêmalka û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser ciwanên li Kobanê û got, ew yek nîşan dide ku peymaneke veşartî di navbera wan de heye.

Ferîde Nasan teqez kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî welatiyan nîşaneya lawaziya vîn û binketina wê ye û got, binpêkirinên wê dikevin xana sûcên şer û dermirovî.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet, sîxurtî, belavkirina madeyên hişbir û koçberiyê hewl dide ciwan û jinên ciwan ku meşaleya şoreşê hilgirtine ji doza wan a sereke bi dûr bixin û armancên şoreşê têk bibin.

'SÛC  BI PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ TÊN KIRIN'

Têkildarî mijarê Ferdîde Nasan eşkere kir ku dewleta Tirk bi tenê û bêyî piştevaniya ji hêzên hegemon nikare van sûcan bike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk destekê ji gelek hêzên hegemon digire. Ji dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve sûcên qetilkirin û tundiyê di nava bêdengiya navneteweyî de pêk tîne."

Ferîde Nasan got ew ê têkoşîn heta pêkanîna armancên şehîdan berdewam bikin û ev tişt anî ziman: "Ciwan û jinên ciwan parstina destkeftiyên şoreşê dikin. Ji lew re dagirkeriya Tirk çi dike bila bike nikare têkoşîna me pûç bike û em ê tola şehîdên xwe hilînin."

Ferîde Nasan qehremantiya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana wan a li hemberî tevahî êriş û gefan silav kir û ev tişt got: "Fedekarî û leheniya ciwanan cihê serbilindiyê ne. Serî ji hewldanên dijmin ên hedefgirtina vîna gelan re netewandin."

‛EM Ê TÊKOŞÎNÊ BERDEWAM BIKIN’

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Ferîde Nasan soza xwe ya li hember tevahî gelên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kir û wiha got: "Em ê asta têkoşînê li dijî tevahî şêweyên gefan li dijî herêmên me bilind bikin, çi ji dagirkeriya Tirk an jî ji hêzên derve bin û em ê dagirkeriya ji xaka xwe derxin."

Ferîde Nasan di dawiyê de got, bi nêzbûna salvegera êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an de tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne li dijî êrişên li ser herêmê bisekinin.

(fr)

ANHA