Dewleta Tirk bi dijwarî navçeya Zirgan topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran dikin.

Dewleta Tirk bi dijwarî navçeya Zirgan topbaran dike
1 ÇILE, 2022   13:31
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Zirganê ku dikeve bakurê kantona Hesekê û bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku gundên navçeya Zirganê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çekên giran tên topbarankirin.

Nûçegihanê da zanîn ku gundên El-Esediyê û El-Xidêr yên li bakurê navenda navçeyê ne tên hedefgirtin.

ANHA