Çalakvanên Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyên şehîdan em ê çalakiya xwe bidomînin

Şêniyên bajarokê Girbawî yê kantona Qamişloyê di çalakiya li Sêmalkayê de ku ketiye roja xwe ya 89’an, destnîşan kir ku girtina dergehan ji aliyê PDK`ê ve dê wan ji têkoşîn û daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan dûr nexe û dê çalakiya xwe bidomînin.                

Çalakvanên Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyên şehîdan em ê çalakiya xwe bidomînin
1 ÇILE, 2022   13:24
QAMIŞLO

Çalakiya malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ku li Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê di kemîneke hêzên PDK`ê de şehîd bûbûn, di roja xwe ya 89`an de berdewam e.

Îro jî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê berê xwe da konê çalakiyê yê li deriye sînor ê Sêmalkayê. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê şêniyên bajarokê Girbawî ve hatin pêşwazîkirin

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silava El-Rifaî diyar kir ku 89 roj di ser çalakiya wan re derbas bûne, lê hîna jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwazên çalakvanan red dike. Silava El-Rifaî got: "Em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan, çalakiya xwe bidomînin.”        

 

Her wiha Silava El-Rîfaî destnîşan kir ku girtina deriyên sînor dê wan ji têkoşînê ji dûr nexe û çalakî dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidome.

Li gorî daxuyaniya HPG'ê, hêzên PDK’ê di 28-29'ê Tebaxê de li navçeya Xelîfanê kemînek li ber 7 gerîlayan danîbû û di encamê de 5 gerîla şehîd bûbûn û gerîlayek jî bi birîndarî dîl hatibû girtin û gerîlayekî jî xwe gihandibû yekîneya xwe.

(dx)

ANHA