Hikumeta Şamê çiyayê Zawiye topbaran kir       

Hêzên hikumeta Şamê li çiyayê Zawiye gelek dever bi moşekan topbaran dikin. Di heman demê de balafirên şer ên Rûsyayê derdora Kensefra û Bara yên heman herêmê bombebaran kirin.

Hikumeta Şamê çiyayê Zawiye topbaran kir       
31 kanûn, 2021   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê hêzên hikumeta Şamê herêmên Sifûhin, Fitêra û Filêfil ên çiyayê Zawiye bi moşekan topbaran kirin. Têkildarî windahiyên mirovî agahî nehatin dayîn.

Li aliyekî din, balafirên şer ên Rûsyayê 2 êriş li derdora Kensera û Bara yên çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê pêk anîn. Di heman demê de balafirên wê li asîmanê "herêma bêçek" geriyan.

Duh balafirên şer ên Rûsyayê 12 êriş li dijî herêma Şêx Behr a derdora bajarê Idlibê, derdora herêmên Barîşa, Kefer Uruq, Merat Misrîn, Daret Îze û Şêx Behr ên li rojavayê Helebê pêk anîn.