SOHR: Di sala 2021'an de zêdetir 3 hezar û 800 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR, di sala 2021'an de 3 hezar û 885 kes mirine, di nav de 383 zarok hene.

SOHR: Di sala 2021'an de zêdetir 3 hezar û 800 kes hatin kuştin
31 kanûn, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ruxmî qanûn û peymanên navneteweyî, kuştin û wêrankirin li Sûriyê berdewam dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di sala 2021'an de 3 hezar û 882 kes hatin kuştin, di nav de hezar û 558 sivîl, 383 zarok û 193 jin in.

SOHR'ê ragihandibû ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, di encama şer de derdora 389 hezar kes hatin kuştin, jê 117 hezar sivîl in, 22 hezar zarok û 14 hezar jin in.

ANHA