​​​​​​​Ji Rêveberiya Xweser peyama sala nû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû li gelê Sûriyê û gelên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala hezkirin û aştiyê.

​​​​​​​Ji Rêveberiya Xweser peyama sala nû
31 kanûn, 2021   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê bi wesîleya sala nû peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin: "Em sala 2022'yan li gelê Sûriyê bi taybet û tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Bi hêvî ne ku sala 2022'yan bibe sala aştî û hezkirin di navbera tevahî sûriyan de. Her wiha bibe sala çareserkirina aloziya Sûriyê, vegera koçberan li bajar û gundên xwe.

Heman demê em sala nû li dayik û malên şehîdên qehreman û nemir pîroz dikin. Her sal û gelê me yê Sûriyê di nav xêrê de be."

ANHA