Dewleta Tirk serlêdana Baroya Amedê ya têkildarî rêber Ocalan bê bersiv hişt

Serlêdana Baroya Amedê ya têkildarî rêber Abdullah Ocalan ku li Wezareta Edaletê hate kirin, bê bersiv hate hiştin. Parêzer Mehdî Ozdemîr got "Heta ku tecrîd neqede, demokrasî pêk nayê.”

Dewleta Tirk serlêdana Baroya Amedê ya têkildarî rêber Ocalan bê bersiv hişt
31 kanûn, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Baroya Amedê têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildiri û Veysî Aktaş di 26'ê Mijdarê de serî li Wezareta Edaletê da.

Serlêdan ji bo şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê û maf û azadiyên li girtîgehê bên tespîtkirin hatibû kirin. Lê belê zêdetirî mehekê ye Wezareta Dadê bi tu awayî bersiva serlêdanê nedaye.

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, da zanîn ku ger wezaret di 30 rojî de bersivê nede, ev tê wateya redkirina daxwazê. Ozdemîr, destnîşan kir ku li ser rêber Ocalan û girtiyên din tecrîdeke mutleq tê pêkanîn û bal kişand ser astengkirina hevdîtina bi malbat, wasî re û hevdîtina bi rêya telefonê. Ozdemîr got: "Em Baroya Amedê, ji bo ev mafên tên astengkirin bên bikaranîn, tecrîda mutleq bi dawî bibe me serî li Wezareta Dadê da."

Ozdemîr diayr kir ku di serlêdanê de daxwazên wekî vekolandin û tespîtkirina binpêkirinên mafan hebûne û got: "Lê belê serlêdana me ya ku me di 26'ê Mijdarê de kir ji hêla Wezraeta Dadê ve bi tu awayî nehat bersivandin. Di nav 30 rojî de nebersivandina vê serlêdana me tê wateya redkirina wê.”

Ozdemîr destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û neberddana girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan encama vê pêkanînê ne. Ozdemîr got: "Tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê û pêkanînên li girtîgehên din girêdayî hev in. A rast ev bandorê li hev dikin.”

Ozdemîr, bal kişand ser Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê jî û ji bo çareserkirina meseleyan xwest qanûn bê guherandin.

Ozdemîr anî ziman ku li Tirkiyê qelsbûn an jî xurtbûna stdandardên demokrasî û hiqûqê rasterast girêdayî tecrîda li Îmraliyê ne û got: "Gava pêvajoya polîtîk ji bo kurdan vediguhere tiştekî asayî tecrîd car carinan tê sekinandin an jî sistkirin. Lê gava bereksê vê çêdibe tecrîda mutleq cardin tê pêkanîn. Ev eynî wekî şûrê Demokles li ser kurdan tê pêkanîn. Demokratîkbûna Tirkiyê tê wateya bidawîbûna tecrîdê. Tê wateya pêkanînan maf û azadiyên sereke. Desthilatdariya ku welêt bi rê ve dibe ji bo ku karibe welêt di çarçoveya mafên mirovan de bi rê ve bibe divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike.”