Ji şêniyên Qamişloyê ji PDK'ê re: Girtina deriyê sînor xiyanet e!

Nerazîbûna li dijî girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê ji aliyê PDK'ê ve, dewam dike. Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku PDK bi israr xiyaneta xwe berdewam dike.

Ji şêniyên Qamişloyê ji PDK'ê re: Girtina deriyê sînor xiyanet e!
31 kanûn, 2021   04:22
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Ev 3 meh 3 li deriyê sînor ê Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku bi destê hêzên PDK'ê şehîd bûne û dest danîne ser cenazeyên wan, çalakiyeke bê navber tê lidarxistin. Hêzên PDK’ê roja 16'ê Kanûnê bi girtina deriyên sînor ên Pêşxabûr û Welîd bersiv da daxwazên malbatên şehîdan û çalakvanan.

Şêniyên Qamişloyê bi rêya ANHA'yê nerazîbûna xwe ya li dijî helwesta PDK'ê ya li hemberî gelê Kurd anî ziman.

Salîha Keleş diyar kir ku PDK'ê li ser daxwaza dewleta Tirk deriyê sînor girtiye û wiha axivî: "Bêyî desteka dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, PDK nikare derî bi ser gelê Rojava de bigire. Armanca wan tepisandina gelê Rojava ye. Deriyê sînor di encama hevkariya li gel Erdogan û dewleta Tirk de hat girtin."

'DIVÊ PDK ŞERM BIKE'

Saliha Keleş piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya li Sêmalkayê anî ser ziman û got: "3 meh e li Sêmalkayê çalakî heye. PDK divê şerm bike. Dayikên Aştiyê dema  ku li Sêmalkayê çalakî kirin, me hemûyan dît bê ka çawa tev digerin. Em dizanin ku cenazeyên gerîlayên şehîd, li cem wan in.”

Saliha Keleş a bal kişand ser çalakiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Sêmalkayê ku hêzên PDK'ê êriş lê kiribû û bang li civaka navneteweyî kir ku deriyê sînor vekin û wiha dewam kir: "Deriyên Pêşxabûr-Sêmalka pêdiviyên mirovan lê tên peydakirin. Mirovahî li cem wan nîn e, derî girtin. Çima? We êrîş kir, birîndar kir û piştre bi girtina derî sûcdar kir. Dixwazin bi ambargoyê gelê Rojava bifetisînin. Lê nizanin ku gelê Rojava  serhildêr e û dê nekarin vîna vî gelî bişikînin."

'BERDEWAMA POLÎTÎKAYÊN QIRÊJÎ'

Dayika şehîdan Fadiya Silêman jî peyama berxwedanê da û destnîşan kir ku zilm û zordariyê qebûl nakin û girtina deriyê sînor wek 'berdewama siyaseteke qirêjî ' bi nav kir û got: "Em bi felsefeya Rêbertiya xwe û hişmendiya xwe ya kurdîtiyê ji bo ku mîna hemû gelên cîhanê bijîn, tê dikoşin. Em ê tu carî dest ji doza xwe û têkoşîna zarokên xwe bernedin. Li ser girtina deriyê Sêmalkayê divê kes bê deng nebe. Ev polîtîkayeke qirêjî ye li ser Kurdan.”

'YA KU PDK DIKE XIYANET E'

Fadiya Silêman bi bîr xist ku PDK'ê li Sêmalkayê êrişî çalakiya ciwanan kir û got: "Dema ciwanên me li deriyê sînor çalakiya protestoyî pêk dianîn, dîmenek çêkirin û pê ciwanên me sûcdar kirin. Ciwan zarokên me ne û em piştgiriyê didin wan. Li ser pira li deriyê sînor kevirek hebû? Ma ciwanên me kevir xistin bêrîka xwe û çûn wê derê? Na, em wek dayikên aştiyê li wir bûn û me bi çavê xwe dît. Kevir avêtin û ciwanên me birîndar kirin. Ciwanan jî xwe parast. PDK'ê ji bo girtina deriyan kir hincet. Ya ku PDK'ê kiriye şaş e û xayintî ye. Ji ber siyaseta xwe ya bi dewletên din re deriyê sînor girt. "  

Fadiya Silêman bang li Kurdan kir ku li dijî îxanetê bibin yek û wiha lê zêde kir: "Divê PDK şerm bike. Em dizanin ku gerîlayên şehîd bi destê wê şehîd ketine. Şehîd zarokên vî welatî ne, zarokên Kurdan in. Dinya bi ser me de were jî em ê cenazeyên xwe li wir nehêlin. Çalakiya kon a li Sêmalkayê ev 3 meh e didome, heke hewce bike dê bi salan bidome û em ê cenazeyên xwe bistînin.”

Izedîn Gedo jî diyar kir ku PDK'ê bi bikaranîna deriyên sînor hewl da gelê Rojava bixe nava rewşeke zehmet û got: "Mafê herî xwezayî yê malbatên şehîdan e ku cenazeyên zarokên xwe bixwazin. Her wiha normal e ku heke ev maf bi cih neyê, malbat israr bikin. Çalakiya kon a demokratîk a ji bo daxwazên malbatan hat destpêkirin, dîsa bersiv ji daxwazan re nehat dayîn. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi heman daxwazê çalakî li dar xistin. Di encamê de deriyên sînor li ser hemû gelê Rojava girtin. PDK'ê bere jî planên xwe yên girtina Sêmalkayê hebûn, lê çalakiya ciwanan kir hincet.”

'EM NAXWAZIN DI NAVBERA ME DE SÎNOR HEBE LÊ EW DERÎ DIGIRIN'

Izedîn Gedo ev pirs ji PDK'ê kirin: "Dewleta Tirk xaka Başûr dagir dike. PDK dengê xwe nake lê dema ku mijar kurdbûn be bersiveke tund dide Kurdan û sînoran digire. Gel li hember PDK'ê pir bi bertek e ji ber ku tişta ku dikin tu eleqeya wan bi kurdbûnê re tune ye. Dibêjin em Kurd in, behsa Kurdistanê dikin, îcar Kurd li ku ne? Gelo Rojava ne parçeyê Kurdistanê ye, Kurd jî li vir najîn? Wek Kurd em dibêjin divê tu sînor di navbera me de nebin. Piştî her bûyerê çima deriyên sînor tên girtin? Hûn li dinyayê ji kê bipirsin 'Dijminê sereke yê Kurdan kî ye?' dizane ku bersiv dewleta Tirk e. Divê PDK li gorî vê tev bigere."

ANHA