Refîq Xefûr: Derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteyên terorê’ dê rê li ber çareseriyê veke

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Refîq Xefûr diyar kir ku derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” dê rê li ber çareseriyê veke ku ew jî vegerandina edaletê ye.

Refîq Xefûr: Derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteyên terorê’ dê rê li ber çareseriyê veke
31 kanûn, 2021   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Di van demên dawî de li ser asta Kurdistanî, Rojhilata Navîn, herêmî û cîhanî ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteyên terorê’ yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Konseya Ewropayê ya gelek însiyatîf hatin destpêkirin, ya herî dawî jî destpêkirina hemleyeke navneteweyî bi navê ‘Însiyatîfa Edaletê ji bo Kurdan a Navneteweyî’ bû.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Xefûr di hevpeyvîneke taybet a bi ajansa me re, rola PKK'ê ya di navneteweyîkirina pirsgirêka Kurd de û têkoşîna wê ya ji bo gelê Kurd û Kurdistanê nirxand. Her wiha tekez kir ku însiyatîfa cîhanî ya ku di bin navê dadweriya navneteweyî ji bo Kurdan hatiye destpêkirin, mijareke pir girîng e û pêngaveke bi kalîte ye, ji aliyê berpirsên wê ve her wiha ji aliyê îmzekeran ve.

Rafîq Xefûr destnîşan kir ku PKK' di dema têkoşîna xwe ya ji bo doza Kurdistanê de zimaneke nû û xeteke siyasî ya ji tevger û partiyên Kurdistanê cudatir û projeyeke din a çareseriyê derxist pêş. Ne tenê ev, lê ji bo hemû pergala siyasî, aborî, îdarî û civakî ya herêmê projeyeke alternatîf heye.

Hevpeyvîn wiha ye:

PKK nûnera rewa ya gelê Kurd e, lê Yekitiya Ewropayê û DYA navê wê xistiye nav lîsteyên terorê. Bi dîtina we sedem çi ye?

PKK'ê li hemberî kîjan hêzan dest bi têkoşîna siyasî û leşkerî kir? PKK’ê weke dewlet û weke hikumetên li pey hev, bi şert û mercên Peymana Neteweyî ya ku înkar û tunekirina gelê Kurd tê ferzkirin, têkoşîna xwe ya li dijî Tirkiyaya nûjen dest pê kir.

Tirkiye wekî welatekî bi hêz li herêmê û mîratgirê Împaratoriya Osmanî xwedî tecrubeya sed salan e û wekî endamê NATO'yê ye, her wiha hevaleke nêz a Ewropa û Yekitiya Ewropî ye. Di warê leşkerî û teknolojî de yek ji hêzên sereke yên herêmê ye, di heman demê de dijminê herî zêde yên doza Kurd e.

Ji bo rûbirûbûna dewleteke wiha, pêwîstî bi rêxistinkirineke cuda û projeyek alternatîf û berfireh heye. Ji çil salî zêdetir e ku PKK’ê ji bo afirandina tevgereke bi vî rengî ked û bedelên mezin daye ku gahştiye armancên wiha. Heta ku ne tenê li ser asta Kurdistanê, li tevahiya herêmên Rojhilata Navîn gihaşt qonaxa veguhertina hêzeke bi bandor û xeteke siyasî ku weke xeta sêyemîn tê zanîn şopand. Di nava kirîz û pirsgirêkên kûr ên li herêmê û cîhanê de serxwebûna xwe û biryarên xwe parast.

Kurdistan û Rojhilata Navîn bûne navenda destwerdanên herêmî û navneteweyî. PKK'ê ji bo ku gelên herêmê ji nû ve bi destxistina însiyatîfê bi dest bixin, têdikoşe ku di nava têkoşîneke hevpar de bin.

Projeya çareseriyê ku ji aliyê PKK'ê ve hatiye pêşkêşkirin, tenê bi daxwaza mafên neteweyî yên gelê Kurd re sînordar nabe, lê li ser sîstema siyasî, îdarî, aborî û civakî ya welat û civakên tevahiya herêmê ye. Ya herî girîng jî, alternatîfeke cuda pêşkêşî gelên herêmê dike ku hemû pêkhateyên etnîkî, olî û çandî yên li herêmê di vê projeya alternatîf de cih ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bibînin.

Avakirina civakeke azad, demokratîk û wekheviya zayendî, rakirina sînorên di navbera gelan û jiyana hevbeş de, avakirina civakek civakî, parastin û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan, naverok û cewherê projeyê ne û bi vî awayî avakirina neteweya demokratîk di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de, ku hemû civak di rêveberiya wê de beşdar dibe.

Wiha tê gotin: "Heke tu bixwazî dijminekî ji xwe re çêbikî, hewl bide ku tiştek biguherîne". Eşkere ye ku xeta PKK’ê û pergala ku dixwaze ava bike, pêkanîna nirx û têgînên di projeya xwe ya çareseriyê de cih digire û bi vî rengî guhertinan pêk tîne ku ne li gorî hinekan e. Bi berjewendiyên netew-dewlet û sîstema hegemonyaya neheq a li herêmê û cîhanê re li hev nake û di bingeha xwe de bi berjewendiyên kesên desthilatdar û bicihanînê re nakok e.

Bê şik rê li ber cîbicîkirina projeyek wiha nehatiye girtin, ji ber wê jî zehmet nebû ku Amerîka û welatên Ewropî daxwazên Tirkiyê bi cih bînin û PKK bixin nav lîsteya terorîstên neheq. Di esasê xwe de helwesteke siyasî ye û ti bingeheke wê ya yasayî nîn e.

Hûn têkoşîna PKK’ê ya ji bo doza Kurd çawa dinirxînin?

PKK'ê ji partiyên din ên Kurdistan û herêmê cudatir e. Ji aliyê pêkhate, rêxistinî, armanc û mekanîzmayên têkoşînê, damezrînerê partiyê Abdullah Ocalan bi rêhevalên xwe re modelek nû û projeyek din a çareseriya pirsgirêkan pêşkêş kir. Em ne ji bo ravekirina vê rêxistinê li vir in, lê der barê projeya çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên herêmê de, PKK dibîne ku çareserkirina pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên gel û pêkhateyên herêmê bi hev ve girêdayî ne. Di asta Kurdistanî de xwe di çarçoveya parçeyekî Kurdistanê de nehiştiye, ji ber ku ew ne tenê li parçeyekî behsa daxwazên herêmî yên doza Kurdistanê dike, her wiha hemû parçeyên Kurdistanê jî qada têkoşîn û berxwedana xwe ya çareseriyeke berfireh dibîne.

PKK’ê di têkoşîna doza Kurdistanê de xeteke siyasî ya ji tevger û partiyên din yên Kurdistanê cudatir û projeyek din a çareseriyê derxist pêş. Ne tenê ew yek, lê projeyek alternatîv ji bo hemû sîstema siyasî, aborî, îdarî û civakî li herêmê heye û çareseriya pirsgirêkên neteweyan û pêkhateyên cuda yên herêmê jî li gorî projeyê hatiye dîtin. Têgeha başûr, bakur û rojava ku niha beşeke ji edebiyata siyasî ya beşên pir mezin ên Kurdistanê ye, di heman demê de bû sedema derketina Partiya Karkerên Kurdistanê li ser bingeha rastiya dîrokî û sosyolojîk a civaka Kurdistanê, ku jina kurd di hemû qadên têkoşîn û xebatê de hêzeke çalak û bi bandor e.

Heta asteke mezin rola dîrokî ya jinan di civakê de zindî bûye û îmkan û îradeya wê li gor ( ) dîrokî û civakî ya Kurdistanê bi awayekî nû û guncav tê aktîvkirin. Tevlîbûna jinan a têkoşînê ya di hemû astan de êdî bûye yek ji rêgezên bingehîn ên pêşengtiyê yên li hemû astan û qadan.

PKK'ê yekane partiya Kurdistanî ku dikare di çarçoveya têkoşîna xwe ya teorîk û pratîk de beşdariya gelên parçeyên Kurdistanê bi asteke mezin bi cih bîne. Li welatên derve jî PKK'ê karîbûn civaka Kurd li welatên curbicur û civakên herêmî birêxistin bikin û di warê siyasî, dîplomatîk û aborî de civateke mezin û çalak ava bike. Di heman demê de, tevî hewldanên dewletên dagirkerên Kurdistanê, PKK' bi dîplomasî û çalakiyên xwe yên curbecur di nav raya giştî ya cîhanê de, doza Kurdistanê kir mijareke ku di qada navneteweyî de naskirî û karîbû bi dehan û bi sedan çalakvan û têkoşerên ji hemû beşên wan welatan ji bo xebat û têkoşîna wê ya rojane bi dest bixe.

Îrade û şêweyên tekoşîna vê tevgerê di astên curbicur ên siyasî, civakî, medyayî û leşkerî de bûyereke kalîte ya sereke di dîroka tevgera rizgariya gelê Kurdistanê de ye.

Însiyatîfa Edaletê di 13’ê Kanûnê de hemleyeke navneteweyî ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya DYA û Konseya Ewropayê da destpêkirin, hûn vê pêngavê çawa dinirxînin?

Mijareke pir girîng e, însiyatîf hem ji aliyê berpirsên wê û hem jî ji aliyê îmzekerên wê ve, pêngaveke bi kalîte bû. Ew peyamek e ku rastiya zelal di xwe de vedihewîne ku wijdanê mirovî û guhdarîkirina dengê heqîqet û edaletê zindî û bibandor e.

Heta niha zêdetirî hezar kesayetên navdar ji 30 welatan tev li hemleyê bûne tevî hejmareke zêde ya parlamenter, akademîsyen, hunermend, berpirsên siyasî, nivîskar û çalakvanan. Hûn vê tevlêbûnê çawa dinirxînin?

Têkoşîna gelê Kurdistanê, di serî de PKK'ê di qada navneteweyî de gihaştiye asteke ku wijdanê gelên Ewropa û bi giştî gelên Rojavayî dihejîne. Her wiha projeya partiyê û nirxên bilind ên mirovî yên ku rêber Abdullah Ocalan û partiyê ji bo çareseriyeke bi edalet û demokratîk pêş xistiye, di nava komên mezin de jî hatiye fêmkirin. Ji ber vê yekê jî tevî hemû hewldanên Tirkiyê û hêzên dijminên PKK’ê, gelek kes gihaştine wê baweriyê ku êdî pêwîste guh nedin daxwazên Tirkiyê û divê navê PKK’ê ji lîsteya terorê were derxistin. Heta hin dadgehên navneteweyî jî ev mijar fêm kirine û bi awayên cuda ev yek anîne ziman û biryarên wêrek girtine, wekî Partiya Karkerên Kurdistanê aliyek şerê çekdarî yê di hundirê Tirkiyê de ye û ne rêxistineke ku terorîstan bikişîne nava xwe ye û PKK'ê ji bo mafên Kurdan têdikoşe û sivîlan nake armanc, ji ber vê yekê ew rêxistineke terorîst nayê hesibandin."

Ev însiyatîfa ji nû ve têgihaştina rastiya pirsgirêka Kurd û rastiya têkoşîna PKK'ê tê. Beşdarên wê yên ne kurd, ku piraniya wan ji heman welatên ku PKK'ê xistibûn lîsteya reş, beşek ji vê însiyatîfê ne.

Derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ dê çi encaman bi xwe re bîne?

Bê guman derxistina navê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji lîsteya terorê ne tenê ji bo doza Kurd, di serî de ji bo pirsgirêkên mirovî, asoyên çareseriyê û rêyeke din a têkoşînê vedike. Derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di pêşerojê dê bibe sedema rakirina agirê şer û nakokiyên hundirîn li herêmeke hesas a cîhanê û vegerandina edaletê di vî warî de.

(dx)

ANHA