Çima hilbijartinên Lîbyayê hatin taloqkirin û kî sûdê ji vê yekê digire?

Taloqkirina hilbijartinên Lîbyayê û nezelalbûna sedemên taloqkirinê nakokiyên berfireh di nava gelê Lîbyayê de çêkir. Li gorî şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Fewzî El-Hedad li pêşiya gelê Lîbyayê tenê vebijêrkek heye ku çîna siyasî ya desthilatdar biguherînin û ew jî sedema sereke ya dirêjbûna aloziya Lîbyayê û taloqkirina hilbijartinan e.

Çima hilbijartinên Lîbyayê hatin taloqkirin û kî sûdê ji vê yekê digire?
31 kanûn, 2021   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Gelê Lîbyayê piştî ragihandina biryara taloqkirina hilbijartinên serokatiyê ku gerek di 24`ê Kanûnê de hatiba lidarxistin di nava bêhêviyekê de dijî. Gelê Lîbyayê hilbijartin weke hêviyekê didît da ku welatê wan ji tundî û şer bi berava ewlehî ya siyasî ve biçe.

Piştî binketina rejîma Muemmer Qedafî di sala 2011`an de Lîbya ji zêdetirî 10 salan ve ku di nava tundiyê de dijî. Gelek aliyên derve destwerdan kir û gelê Lîbyayê parçe bûn û her kes dixwaze welatê ku bi petrola zengîne bixe bin serweriya xwe de.

Beriya hilbijartinên serokatiyê bi du rojan, komîseriya bilind a hilbijartinan li Lîbyayê pêşniyar kir ku hilbijartinên serokatiyê 1 mehê were taloqkirin û ev jî piştî çend saetan ku komîteya parlemenot ragihand ku lidarxistina wê di 24`ê Kanûna 2021`an de zehmete, hate kirin.

Komîseriyê got wê bang li meclisa parlemento kir ku demeke din ji hilbijartinên serokatiyê re di nava 30 rojî de diyar bike û ew jî li gorî qanûnê be.

Komîseriyê got tevî amadekariyên fenî ji bo lidarxistina hilbijartinan lê ev yek ji ber zehemtiyên ku rastî wan tên, zehmete. Herî dawî jî qonaxa itîrazê de ku weke dagerandina dawî di rêya hilbijartinan de bû û ew jî weke stasyonekê ku hewldanên her kesî ji bo pêkanîna van hilbijartinan li gel wê sekinî.

Taloqkirina hilbijartin lewazbûna qanûnên hilbijartinê yên girêdayî rola qezayê di dema itîrazê de û nakokiyên hilbijartinan de vegeran. Ji ber vê yekê jî bandoreke neynî li biryarên komîseriyê di parastina biryarên xwe de kir. Rewşeke ji bê baweriya ji biryarên komîseriyê derxist û ew jî girêdayî dûrxistina hin namzetên ku şer li ser wan nedihat pêkanîn.

BÊ HÊV BÛ

Roja înê ku ji bo lidarxistina hilbijartinan hatibû diyarkirin weke bêhêviyekê ji gelê Lîbyayê re bû ku ev roj weke roja rizgariya ji parçebûn, alozî û tundiyê didîtin. Lê hêviyên wan belav bûn û tu hilbijartin nehatin lidarxistin. Ev welat jî di nava pencên siyasî û aliyên dijber de ma.

Gelek sedem ji bo nelidarxistina hilbijartinan hebû. Li gorî çavdêran ku windabûna erêkirinekê di nêrînên derbarê bingeha qanûna hilbijartinan de, tevlêbûna berjewendiyan, hin astengî di sponseriya NY`yê de.

NAMZETBÛNA EL-DEBÎBE SEDEMA SEREKE DI TALOQKIRINÊ DE YE

Têkildarî mijarê şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Fewzî El-Hedad ji ANHA`yê re wiha axivî: "Rastiya taloqkirina hilbijartinan bû û bidawî bû. Sedemê wê pirin lê ew jî di çîna siyasî ya serdest de ya heyî de û berjewendiya wê di dirêjkirina vê aloziyê de ye. Ew jî dikeve xizmeta siyasetmedarên ku lûtkeya aloziyê de ne (Meclisa parlemento û meclisa dewletê).  Hêzên din ên bi bandor li ser rûyê erdê dê hilbijartin wan têk bibe û rewşeke nû ferz bike ku wan ji hêza ku di anva 6 yan jî 7 salan de dijîn, bê par bihêle."

Fewzî El-Hedad wiha domand: "Bi vê yekê berpirsê yekem di taloqkirina hilbijartinan de winda bû. Lê komîseriyê di rapora xwe ya dirêj de ku roja duşemê hate weşandin de got, sedemên neberdewamiya hilbijartinan vedigere dema îtirazê ku piştî ragihandina lîstea destpêkê ya namzetên serokatiyê hate ragihandin. Lê wê nikarîbû parastina biryara xwe bi dûrxistina hin namzetan bikra û parêzerên wê jî nikarîbûn vê yekê ji ber gelek sedeman bikrana."

El-Hedad destnîşan kir ku sedema sereke di taloqkirinê de namzetbûna El-Debîbe ji hilbijartinan re ye û wiha pêde çû: "Diviyabû ku hikumeta El-Debîbe hilbijartinan lidar bixe û tev li wan nebe. Lê El-Debîbe biryar da ku tev li van hilbijartinan bibe. Vê yekê jî aloziyeke mezin çêkir û bû sedema sereke di hilbijartin werin taloqkirin."

Gelek çavdêr û şopdarên rewşa Lîbyayê dibêjin ku siyasetmedarên lîbyayî sedema vê yekê ne û dibêjin ew berpirsên taloqkirina lidarxistina hilbijartinane.

Piştî binketina lidarxistina hilbijartinan, baloza birîtanî di daxuyaniyekê de teqez kir ku ew itîrafa bi hikumeta yekitiya niştîmanî weke hikumeta erkdar didomîne û avakirina hikumet yan jî saziyên hevseng, red kir

Xwesteka balozxaneya Birîtaniyayê hêresek li gel gelê Lîbyayê çêkir û banga derxistina balyoza birîtanî kir. Her wiha gelê Lîbyayê got daxuyaniya balozxaneyê binpêkirina serdestiya Lîbyayê, astengkirina nexşerêyê ye. Gelek rojnamevan, siyasetmedar û çalakvanan jî haştaga "Derxistina balyoza birîtanî ji Lîbyayê" çêkir.

Komîteya karûbarên derve ya meclisa parlementoyê daxuyaniya balozxaneya Birîtaniya li Lîbyayê ku têde teqezî li ser destekdayîna ji hikumeta heyî re kir şermezar kir û got ew destwerdana karûbarên hundirîn ê Lîbyayê ye.

Derbarê daxuyaniya balozxaneya Lîbyayê di mayîna hikumeta El-Debîbe de El-Hedad ev tişt anî ziman: "Balozxaneya Birîtaniyayê bi awayekî pir zelal hêviyên xwe di lidarxistina hilbijartinan di zûtirîn dem de û mayîna hikumeta heyî de eşkere kir. Ji ber vê yekê jî hin siyasetmedarên ku dixwestin temenê vê aloziyê dirêj bikin û hikumeta El-Debîbe ya heyî bi bin bixin her wiha derbasî demeke dirêj ji hikumeta nû û gereke nû ku bi salan ne bi mehan dê dirêj bike, hêrs kir."

DESTWERDANAN ALOZÎ KÛR KIR

Piraniya siyasetmedarên Lîbyayê got daxuyaniya balyozxaneya Birîtanî destwerdana karûbarên hundirîne û derbarê de El-Hedad ev tişt got: “Balyozxaneya Birîtaniyayê ne yekane ye ku destwerdana karûbarên Lîbyayê dike. Gelek alî hene vê destwerdanê dikin. Gelek baregeh li ser rûyê erdê hene. 20 hezar çete û gelek serbazên li welat (Bi vê yekê îşaret bi hebûna rûsî, tirkî û çeteyên girêdayî wan kir) bi hevkariya bi hikumet û aliyên ku welat xistine bin desthilata xwe de.”

El-Hedad wiha pêde çû: "Lê tişta ku metirsî ji ber wê hene ne destwerdanên derve ne lê hejmara mezin a çeteyan  ku aliyên şerê Lîbyayê ew anîn. Weke dewleta Tirk ku tê zanîn wê gelek leşkerên sûrî ji qada Sûriyê anî û tev li şerê li Lîbyayê kir. Rûsya jî heman tişt kir û gelek leşkerî sûrî anî û ew ber bi rojhilatê Lîbyayê û artêşa Lîbyayê ve bir."

Girêdayî çarenûsa hikumeta El-Debîbe El-Hedad wiha domand: "Girêdayî hikumeta El-Debîbe bi rastî diviyabû ku 24`ê Kanûnê de li gorî nexşerêyê bidawî bibe û veguhere hikumetekê ku xebatê radestkirina serdestiyê ji hikumeta bê re hêsan bike. Eve ku çêdibe û diviyabû ku îro yanî ku hikûeta Debîbe veguherî hikumeteke hêsankirina xebatan û bi vê yekê derfetên girtina gelek biryaran kêm dibe."

El-Hedîd di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Hin hene ku banga guhertina vê hikumetê dikin. Guhertina rêya wê demeke pir dirêj bixwaze wek ku çawa di nîqaşên meclisa parlementoyê de duh û beriya çêbû. Tu peyman li ser nexşerêyeke nû heta vê saetê tune ye. Kesên ku li şûna hikumeta nû diaxivin dixwazin aloziyê dirêjtir bikin û ji bo dûrxistina hilbijartinan îzahetan bibînin."

HEVBENDIYA LI DIJÎ EL-DEBÎBE

Di nava aloziya siyasî ya Lîbyayê û beriya hilbijartinan Xelîfe Hefter û Fethî Paşaxa her wiha Ehmed Miêtîq di 22`yê Kanûnê de li bajarê Benxazî li hev civiyan.

Li gorî çavdêran ku di hevdîtinê de Hefter axaftinên xweş ji mêvanên xwe re got. Her kesî jî derfeta famkirina pêvajoyê û çûna ber bi erêkirineke giştî ji armancên siyasî ji pêvajoya pêş re, eşkere kir.

Di vê derbarê de El-Hedad wiha axivî: "Civîneke baş bû. Ji ber ew pêvajoya nû di şerê Lîbyayê de eşkere dike. Ew kesan giranî û hêza wan li ser rûyê erdê heye. Beriya demeke nêz di nava wan nakokî hebûn. Di şerê dawî li Lîbyayê de jî dijberî hev bûn lê hevbendiya wan guhertineke mezin di rêya şerê li Lîbyayê, eşkere dike.”

El-Hedad destnîşan kir ku armanc ji vê civîn û hevalbendiyê ku kes in din ku nayê xwestin xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê xwe hilbijêrin, mînak Abdulhemîd El-Debîbe serokê hikumetê û wiha pêde çû: “Ev yek bû sedem ku li dijî wî hevalbendiyekê ava bikin. Tişta ku niha diyare ku bighêjin hevalbendiyekê ku kesên weke wî bi bin bixin û paşê ji bo serokatiyê têkevin nava pêşbirkê de.”

El-Hedad ev tişt got: “Dibe ku kesin din hevalbendiyê bi wan re bikin nexasim ku heger hilbijartinên serokatiyê di gera wê ya yekemîn de nehatin lidarxistin. Hejmara yekemîn û duyemîn ku dê di gera dawî de têkevin nava pêşbirkê de hatin eşkerekirin û li wir dê hevalbendên mezintir werin lidarxistin.”

GUHERTINA ÇÎNA SÎYASÎ

Nayê texmînkirin ku rîhanê li ser lidarxistina hilbijartinan bike ku dê Lîbyayê ji rewşeke zehemt derxîne lê lidarxistina wê ji tunebûna wê baştir be ji ber nelidarxistina wê dê Lîbyayê vegerîne sêgoşeya destpêkê.

Der barê xeteriyên nelidarxistina hilbijartinên Lîbyayê di zûtirîn dem de şîrovekarê siyasî Fewzî El-Hedadî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xeteriyên mezin ku xeteriyên lidarxistina wê derbas kirine. Dibe lidarxistina wê di rewşa zehemet a heyî de çareseriyeke be. Lê nelidarxistina wê niha pirsgirêkeke mezintire. Hin kes dibêjin ku ji ber hilbijartinan dê pirsgirêk derkevin û tirîf pê nayê kirin lê di rastiyê de nelidarxistina wan bi xwe pirsgirêke. Ji ber wê li pêşiya gelê Lîbyayê ji bilî guhertina çîna siyasî ya serdest tune û serweriya wê li ser çîna siyasî dibe ku baştir be."

(bx)

ANHA