ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2021
31 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 88'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên ji Serêkaniyê li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî Zirgan û Til Temirê xwepêşandanan li dar dixin. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra Cewale Ebdurehman Reşîd diyar kir ku hevbendiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, garantiya parastina yekitiya xaka Sûriyê ye. Di heman demê de li dijî êrişên dewleta Tirk banga yekitiyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama bombebarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê yên 2021’an de, windahiyên canî çêbûn, li ser vê yekê rêveberiya Kantona Girê Spî bang li civata navneteweyî kir ku zexetê li dewleta Tirk bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya sala nû, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên xwe anîn ziman û got, ew ê ji bo têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin, da ku koçber vegerin warên xwe û hêvî kir ku di sala nû bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser malên welatiyên Kobanê, encama dijminatiya dewleta Tirk a li dijî projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê ye. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî yasaya navneteweyî tev bigerin û Tirkiyê ceza bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Nayîle Mehmûd da zanîn ku ji dagirkirina Efrînê heta niha zêdetirî hezar jin hatine revandin, 85 jin hatine kuştin, 6 jin jî ji ber îşkencên çeteyên dewleta Tirk dawî jiyana xwe anîne. Nayîle Mehmûd tekez kir ku divê ji ber van sûç û kiryaran , dewleta Tirk bê cezakirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nerazîbûna li dijî girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê ji aliyê PDK'ê ve, dewam dike. Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku PDK bi israr xiyaneta xwe berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Nûnerê taybet ê DYA’yê Sûriyê yê berê James Jeffrey daxuyand ku hin komên çete di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de sûcên şer kirine. Heçku dagirkerî tiştekî normal be, dewlet Tirk û yên ku dagirkerî erê kiriye, ne sûcdar bin. Lê belê dagirkeriya Tirk, çete û hemû aliyên ku ev dagirkerî erê kiriye û bê deng mane, sûcdar in. (BI WÊNE)

- Sala 2021’an li Kurdistan û Sûriyê bi awayekî çalak derbas bû. Têkçûyîna Trump a di hilbijartinê de û hatina Joe Biden a li ser rêveberiyê, li herêmê û tevahiya cîhanê hêviyek ava kir. Biden diyar kiribû ku têkiliyên ku xera bûne, dê sererast bike û rageşiyên heyî kêm bike. Li Îsraîlê jî hilbijartin pêk hatin. Dawiya dawî hikumeta Netanyahu guherî û di cihê wê de hikumeteke nû hat avakirin. Her çi qas ne bi dilê Îsraîlê be jî ji bo peymana nukleerê ya hatibû betalkirin, DYA’yê bi Îranê re dest bi hevdîtinan kir. DYA ji Efganistanê vekişiya, rêveberiya welat ji Talîbanê re ma. (BI WÊNE)

KURDISTAN

- Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Refîq Xefûr diyar kir ku derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” dê rê li ber çareseriyê veke ku ew jî vegerandina edaletê ye. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyê bi navê Sebrî Şêxo rûbera wêrankirî ya li kêleka mala xwe ya li kolana Muxaberat a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi kar anî, da ku barên ambargoya hikumeta Şamê li ser wan ferz kiriye, bê sivikkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Taloqkirina hilbijartinên Lîbyayê û nezelalbûna sedemên taloqkirinê nakokiyên berfireh di nava gelê Lîbyayê de çêkir. Li gorî şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Fewzî El-Hedad li pêşiya gelê Lîbyayê tenê vebijêrkek heye ku çîna siyasî ya desthilatdar biguherînin û ew jî sedema sereke ya dirêjbûna aloziya Lîbyayê û taloqkirina hilbijartinan e. (BI WÊNE)

ANHA