Rêxistina CPT: Dewleta Tirk îsal li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 20 baregeh ava kirin

Rêxistina Christian Peacemaker Teams ragihand ku di 2021’an de tundî, zilm û zordarî di asta herî jor de zêde bûye û got: "Di 2021’an de dewleta Tirk zêdetirî 20 baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kirin."

Rêxistina CPT: Dewleta Tirk îsal li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 20 baregeh ava kirin
30 kanûn, 2021   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan - CPT) bi boneya sala nû ya 2022’yan peyamek weşand.

Rêxistina Christian Peacemakerê diyar kir ku di 2021’an de tundî, zilm û zordarî di asta herî jor de zêde bûye û wiha got: "2021 salek gelekî dijwar bû. Em şahîd bûn ku jiyana xelkê hate wêrankirin. Di vê salê de dewleta Tirk zêdetirî 20 baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kirin. Dewleta Tirk  gund vala kirin û dibistan topbaran kirin. Ev tenê çavdêriyên me ne û ev bûyer hîn zêdetir in."

Rêxistina Christian Peacemakerê anî ziman ku wan di heman demê de şahîdî ji têkoşîn û tundiyê re jî kiriye û ev tişt rêz kirin: "Me şahîdî ji zilma li ser mamoste, xwendekar, cotkar, girtî, aktîvîst, jinan û parêzvanên mirovan, zarokan û wan kesên ku rêxistinên hikûmî û ne hikûmî baweriya wan bi dadperiyê heye, kir."