​​​​​​​Li Qamişloyê pîrozbahiya sersalê

Li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo şahiya sersalê bi beşdarbûna 3`ê koman li dar ket.

​​​​​​​Li Qamişloyê pîrozbahiya sersalê
​​​​​​​Li Qamişloyê pîrozbahiya sersalê
​​​​​​​Li Qamişloyê pîrozbahiya sersalê
30 kanûn, 2021   16:37
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya û Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi boneya hatina sala 2022`yan şahiyek li navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û nivîskar beşdarî şahiyê bûn. Destpêkê Koma Navenda Mihemed Şêxo skêtşek derbarê desthildariyê de pêşkêş kir, piştre Koma Şehîd Welat govenda herêma Şengalê ji haziran re nîşan da.

Şahî bi dengê Koma Botan û bi gerandina govendê bi dawî bû.

(sb)

ANHA