QSD’ê, li Dêrazorê êrişa li ser dewriyeke wan têk bir

QSD’ê ragihand ku wan êrişa du çeteyan li dijî dewriyeya hêzên wan li rojhilatê Dêrazorê têk bir, di encamê de çeteyek kuşt û yek jî revî.

QSD’ê, li Dêrazorê êrişa li ser dewriyeke wan têk bir
29 kanûn, 2021   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şervanên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî QSD’ê vê êvarê êrişa ku du çeteyên nenas bi rêya motorsiklêtekê li bajarokê Cirzê yê rojavayê rojhilatê Dêrazorê pêk aniye, têk bir. Di encamê de çeteyek hat kuştin û yê din jî revî û xwe di nava malan veşart.

Hêzên me êrişa li dijî dewriyeyekê ya li herêmê ya ji bo serdegirtina şaneyên veşartî, têk bir. Her wiha di encamê de çeteyek hate kuştin û ew rakirin nexweşxaneyan, lê nasnameya wî nayên zanîn.

Ev êrişa duyemîn e ku hêzên me di navbera du rojan de li rojhilatê Dêrazorê têk dibin."

(fr)

ANHA