‘Armanc hevgirtina gel e, divê gel hevgirtina xwe xurt bike’

Şêniyên Qamişloyê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kir ku hemû êriş bi erêkirina hêzên navneteweyî tên kirin û hedefgirtina ciwanan wek hewldana têkbirina serkeftinên gelê herêmê pênase kir.

‘Armanc hevgirtina gel e, divê gel hevgirtina xwe xurt bike’
30 kanûn, 2021   04:21
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Herî dawî bi êrişên xwe yên li ser gundewarên Zirganê sivîlan şehîd xistin. Di 25`ê Kanûnê de di encamê êrişeke dewleta Tirk de 5 ciwan li Kobanê şehîd bûn.

Têkildarî mijarê şêniyên Qamişloyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Mihemed Xelîl ê ji bajarokê Girbawî da xuyakirin ku piştî lidarxistina civîna Astanayê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî bi hovane çêbûn û êriş şermezar kirin û wiha got: “Ji ber ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi ser neket, berê xwe dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Mihemed Xelîl wiha dom kir: “Dixwaze bi êrişên xwe gelê me bitirsîne û ji warên wan dûr bixe. Ev yek jî bi armnaca dagirkirin û guhertina demografiyê ye.”

Xelîl diyar kir ku divê gel li hember planên dewleta Tirk a dagirker hevgirtina xwe bi hêz bike û bal kişand ser êrişa li dijî ciwanan a li Kobanê û got: “Ciwan hêzdarên tevgera civakî ne, heke derbeyan li ciwanan bixin û ciwan ji warê xwe derkevin, wê demê armanca dijminan pêk tê. Ji ber ku ciwan dikarin guhertinê çêkin û serkeftinê misoger bikin.”

Sureya Cuma ya ji taxa Hilêliyê jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navneteweyî êrişan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û wiha got: “Em îro rojane dibînin Erdoganê faşîst gelê me dike hedef, mînaka wê şehîdxistina Yûsif Gulo û her du neviyên wî bû, her wiha hedefgirtina endamên Kongra Star li Kobanê bû.”

Sureya Cuma da xuyakirin ku hikumeta AKP`ê dûrî mirovahiyê ye û bi sûcên xwe dixwaze vîna wan bişikîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tu carî vîna me nayê şikandin, ji ber ku baweriya me bi hêza me ya leşkerî û fikirên rêber Apo heye.”

`DIXWAZIN HEVGIRTINA PÊKHATEYAN JI HEV BIXIN`

Ebdulbaqî Osê yê ji taxa Cûdî jî got: “Divê her Kurdek ku xwe welatparêz dibîne, li hember sûcên dewleta Tirk serî hilde.”

Ebdulbaqî Osê wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze pêkhateyên herêmê bitirsîne, di heman demê de hevgirtina di navbera pêkhateyan de ji hev bixe.”

ANHA