ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2021
30 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 87'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo bi boneya sersalê li hola Roj saet di 18:00’an şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ji zarokên şehîdan re bi boneya sersalê li Navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê ya li Rimêlanê şahiyekê li dar dixe. Saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê bi boneya sersalê şahiyekê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo şahiyekê li dar dixe. Saet 16:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Holê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rizgan, Til Temir û Kobanê xwepêşandanekê li dar dixin. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê şehîdên meha Kanûnê yên ku di cih û salên cuda de şehîd bûn, li hola Silko ya kantonê bi bîr tîne. Saet 13:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hunermendên Reqayê diyar kir ku hevgirtina Kurd û Ereban li Reqayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevgirtineke xurt e û xwedî dîrokeke kevnar e, ji ber wê hewldanên dewleta Tirk û dewletan ên têkildarî têkbirina vê hevgirtinê bi bin ketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê hedefgirtina ciwanan şermezar kir û got, dewleta Tirk dizane ciwan stûna vê civakê ne, ji lew re bi hemû rêbazan wan hedef digire. Li ser vê yekê jî ew bang li kesên wijdana xwe firotine dikin ku ji ser biryara xwe vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişloyê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar kir ku hemû êriş bi erêkirina hêzên navneteweyî tên kirin û hedefgirtina ciwanan wek hewldana têkbirina serkeftinên gelê herêmê pênase kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeyên Til Temir û Zirganê yên bakurê Hesekê li hember topbaranên artêşa Tirk û çeteyên wê rêya berxwedanê vebijart û teqez kir ku berxwedan û mayîn dê armancên wan ên koçberkirina şêniyan têk biibn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Desteya Aborî û Çandiniyê di sala 2021`an de hewl da rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne, ambargoya ku ji hemû aliyan ve li ser herêmê tê ferzkirin barê desteyê zêde kir. Desteya Tenduristiyê jî hewl da rewşa tenduristiyê pêş bixe, barê welatiyan sivik kir û belavbûna vîrusa Koronayê tevî kêmbûna derfetan sînordar kir. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Di 25'ê Kanûna 2021'an de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di encama êrişa dewleta Tirk a faşîst a dagirker a li ser maleke li Taxa Şehîd Peyman a bajarê Kobanê de şehîd bûn.  Zêdetirî 10 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kobanê di encama êrişên balafirên bêmirov û êrişên din de şehîd bûbûn.

POLÎTÎKA

- Gera dawî ya Astanayê ya têkildarî Sûriyê raserî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyên neyênî li dijî Rêveberiya Xweser û Kurdan de da. Gelo  encamên vê gerê çi ne? Planên sêalî çi ne? Dê çawa Rêveberiya Xweser li hember planên li dijî herêmê bisekine? (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

- Mihemed Şahîn destnîşan kir ku êrişên ku bi SÎHA`yên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên ragahandina şerekî bi renegekî nû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koordînatorê Giştî yê Koma Banga Welat armancên komê û fikrên wê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dan nasîn û teqez kir ku Rêveberiya Xweser projeya yekane ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ye. (BI WÊNE)

JIN

- Bi rasthatina sala nû re, gelek hêviyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên hene, lê girîngiya zêde dan hêviyekê, gelo ew çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Kobanê meşeke meşaleyî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û bîranîna şehîdên komkujiyê li dar dixe. Meş ji têketina bajêr a başûr heta bi Goristana Şehîd Dicle dest pê dike. Saet 16:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Ji herêmên ku dagirkeriya Tirk dagir kirine û ew herêm veguherandinê cihên avêtina çopan û piştî qutkirina ava çemê Xabûrê bûne çirav, hejmara pêketiyên Laşmayniya li Til Temirê zêde bûne, bi wê re hejmara gihaştiye 16 hezar û 473. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA