​​​​​​​Hêviyên jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2022`yan

Bi rasthatina sala nû re gelek hêviyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, lê girîngiya zêde dan hêviyekê, gelo ew çi ye?

​​​​​​​Hêviyên jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2022`yan
30 kanûn, 2021   02:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hele Faris hêvî dike ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bibe û têkildarî vê yekê wiha got: "Hêvî dikim ku rêber Ocalan di nava me de be, em bi saya rêber Ocalan li vir in, her wiha sedema sereke ya rizgarkirina jinan ji bindestiyê ye, nexasim jinên Ereb."

Sala 2021`ê bi hêviyên jinan ên bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî dibe û jinan bang kir ku têkoşîna xwe bilind bikin ku zextekê li ser civaka navneteweyî bikin, da ku xwestekên wan bi cih bînin.

Welatiya bi navê Hele Faris a ji Qamişloyê û ji pêkhateya Ereb e, wiha axivî: "Ruxmî têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya mêrdestiyê, lê dîsa jî beşek heye ji aliyê kesên xwedî hişmendiyeke hişk ve rastî tundiyê tên. Da ku em li hember van astengiyan bisekinin divê hemû jin bibin yek û xebatên xwe zêde bikin da ku civakê azad bikin û tê de tevahî mezheb, etnîk û ol bi biratî û aştî bijîn."

Rodîn Îsa jî sersala nû li tevahiya jinan, nexasim li rêber Ocalan pîroz kir û wiha got: "Destpêkê em sala nû li rêber Ocalan pîroz dikin ku jin ji tarî û zilmê rizgar kirin."

Emal tev li axaftina Rodîn Îsa û Hele Faris bû û banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir. Her wiha hêvî kir ku di sala nû de şerê hovane yê ku vîna gel dike hedef, bi dawî bibe.

PEYAMA JI QSD`Ê RE

Welatiya bi navê Rîhel Ebdulehed Şemûn a ji Hesekê û ji pêkhateya Suryan, sersala 2022`yan li cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku aştî û aramî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bibe.

Rîhel Ebdulehed Şemûn bi rasthatina sala nû re, piştgiriya xwe bi peyamekê ji QSD`ê re nîşan da.

Welatiya ji bajarê Minbicê Fadiye Resûl a Tirkmen jî, axivî û hêvî kir ku bi sala nû re aştî li cîhanê misoger bibe.

Sena Receb a ji pêkhateyên Çerkes jî îşaret bi serkeftinên jinan li dijî êrişên li ser şoreşa wan kir û got: "Jin gihaştine qonaxekê ku êdî nikarin ji ser daxwaz û hiqûqên xwe vegere, ji ber nas kir azadiya civakê girêdayî azadiya wê ye."

Sena Receb di dawiyê de hêvî kir ku sala 2022`yan, ji hemû cîhanê re saleke bi xêr be û şerê Sûriyê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA