Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi Koronayê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 12 kesên din bi Koronayê ketine û ji ber Koronayê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi Koronayê ketin
29 kanûn, 2021   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane û ew jî ji jinek ji Hesekê û mêrek û jin jî ji Qamişloyê ne.

Desteyê piştrast kir ku 12 kesên din bi Koronayê ketine, ji wan 9 mêr in û 3 jin in.

Bi van daneyan re, hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt 37184 kesan, ji wan 1504 kesan jiyana xwe ji dest da û 2514 kes jî baş bûne.

ANHA