Li Amûdê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê yên navçeya Amûdê û gundewarên wê, bi merasîmêkê li goristana Şehîd Ismaîl hatin bîranîn.

Li Amûdê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Amûdê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Amûdê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Amûdê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
29 kanûn, 2021   13:28
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê merasîma bîranîna  9 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku di salên cûda de şehîd bûbûn, lidar xist.

Merasîm bi amadebûna malbat, şêniyên navçeya Amûdê û rêhevalên şehîdan li gortistana Şehîd Ismaîl a li navçeya Amûdê pêk hat.

Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk Seîd Ferso axivî û diyar kir ku ew wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şehîdên xwe serbilind in û got: “Bi damezrandina QSD`ê herêmên me ji çeteyan hat paqijkirin û rizgarkirin, heta îro jî şervanên me liberxwe didin."

Ferso bal kişand ser çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê ya bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdan ku hatiye destpêkirin û silavên xwe ji çalakvanan re şand.

Merasîm bi xwendina wesîqetên şehîdan bi dawî bû.

(sb)

ANHA