Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest

Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdên ku di encama hedefgirtina balafirên bêmirov yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, tevî şehîd Welat Yilamaz ê ku dema erka xwe ya şoreşgerî pêk anîbû şehîd bûbûn, xwestin.

Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
29 kanûn, 2021   13:07
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo sersaxiyê ji malbatên şehîdên ku bi balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê vedan.

/ar/uploads/files/2021/12/29/115640_mhmwd-mhmwd.webp

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ber bi konê sersaxiyê ku bi wêneyên şehîdan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin, herikîn.

Di merasîmê de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Mehmûd got: "Dijmin bi van êriş û gefên li ser me dixwaze îspat bike ku ew Kurdên ku bi tevgera azadiyê û bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî, qebûl nake."

Piştre Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk li herêma Firatê Bekir Hac Îsa got: "Careke din xwîna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin felsefeya netewa demokratîk de tevlîhev dibe. Bi van şehîdan em ê welatekî azad ava bikin ku tê de wekhevî û edalet hebê."

Piştre Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a li Herêma Firatê Zozan Bekir got: "Dijmin dixwaze gelê me qir bike, lê gelê me gav paşde navêje û dê bi têkoşîn û berxwedanê bi pêş ve biçe."

/ar/uploads/files/2021/12/29/115618_zwzan-bkr.webp

Zozan Bekir soza şopandina rêya şehîdan da heta ku hemû pêkhateyên gelan di nava ewlehî û aramiyê de bijîn.

Şehîdên ku di merasîmê de hatin bibîranîn ev in: Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Murhaf Ehmed Xelîl, Welîd Mihemed Minele Hisên û Welat Yilamaz.

(dx)

ANHA