Ambargoya hikumeta Şamê belavkirina mazotê li taxa Şêxmeqsûd dereng dixe

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê ferz dike, derengî di belavkirina mazotê de çêbû. Hevseroka meclisa taxê diyar kir ku belavkirin didome heta ku her malbatek para xwe jê bigire û bang li hikumeta Şamê kir ku astengiyan dernexe.

Ambargoya hikumeta Şamê belavkirina mazotê li taxa Şêxmeqsûd dereng dixe
29 kanûn, 2021   08:05
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Komîteya Sotemeniyê belavkirina mazotê ji bo demsala zivistanê li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê didomîne. Komîte ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz dike di belavkirinê de rastî zehmetiyan tê.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebod têkildarî mijarê wiha got: "Di demsala zivistanê de pêwîstiya şêniyan bi madeya mazotê zêde dibe. Ji ber ew rêbaza yekane ji bo germbûnê ye. Lê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz dike me bi giştî belav nekir."

Ji 20`ê Tebaxa 2020`an ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser taxa Şêxmeqsûdê ferz dike û ev yek bandorê li jiyana welatiyan dike ku ji madeyên sereke yên jiyanî wekî mazot, gaz û ard bê par mane. Wekî her sal meclisa giştî erka xwe ya peydakirina sotemeniyê bi cih tîne.

Di sala 2020`an de mazot li ser du beşan li şêniyên taxê hate belavkirin. Her malekê 200 lître mazot wergirt, di her beşekê de 100 lître hate belavkirin lê ji ber ambargoyê beşek ji şêniyan du beş wergirtin û beşa din tenê 100 lître wergirt.

Valantîna destnîşan kir ku malbatên ku par beşa duyemîn ji mazotê wernegirtibûn îsal belavkirina mazotê di meha Cotmehê de dest pê kir û paşê li malbatên din hate belavkirin.

Her malbatek 200 lître mazotê werdigire û bi buhayê 65 lîreyên Sûriyê ye.

ASTENGÎ

Derbasbûna sahrîcan ber bi hundirê taxê ve ji aliyê hikumeta Şamê ve rastî gelek astengiyan tê, ji wan ferzkirina pereyan ku 3 milyon lîre ji her sahrîcekê re dixwaze û ev yek jî belavkirina mazotê dereng dixe.

Girêdayî mijarê Valantîna destnîşan kir ku lezbûna derbaskirina mazotê yan jî pêwîstiyên sereke li gorî leza erêkirina ji aliyê hikumeta Şamê ve ji bo derbaskirina madeyan yan jî dayîna pereyên zêde ye.

35 hezar malbat li herêmên di nava ambargoyê de dijîn û 40 komîn li her du taxan hene. Komîna 25`an 14 hezar û 400 malbat tê de hene, nêzî 2 milyon xw 920 hezar lître mazot wergirt û hê jî belavkirin didome.

Komîteyên endamên saziyên taxan destekê didin belavkirina mazotê ku bi rêya kartên sotemeniyê tê wergirtin.

10 sahrîc derbas bûn da ku li 40 komînan were belavkirin, 2 sahrîc ji taxa Eşrefiyê re, 3 ji taxa Şêxmeqsûd beşa rojava re û 5 jî ji taxa Şêxmeqsûd beşa rojhilat re.

BUHAYÊ BILIND LI SÛKA REŞ

Buhayê bermîla mazotê ku ji aliyê meclisa giştî vet ê belavkirin bi 65 hezar lîreyên sûrî ye û li sûka reş nêzî 700 hezar lîre ye. Di vê çarçoveyê de Valantîna ev tişt anî ziman: "Buhayê her bermîleke mazot li sûka reş pir bilinde û ev yek bandoreke neynî li aliyê bazirganî, pîşesazî û xizmetguzarî dike."

Praniya şêniyan di xebatê xwe de xwe dispêrin madeya mazotê da ku pêwîstî û çavkaniyên jiyana xwe peyda bikin û ev jî bandoreke neynî li aboriya herêmê dike, dibe sedem ku derfetên kar kêm bibin, rewşa herêmê paşde bikeve û astengiyê ji niştecihên herêmê re çêdike.

Valantîna Ebdo di axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin da ku sînor ji siyaseta hikumeta Şamê re daynin ku hê jî ambargoyê li ser herêmê ferz dike, derfetê nade ku pêdiviyên şêniyan derbas bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev ambargoya ku hikumeta Şamê ferz dike dûrî mirovahiyê ye. Divê rewşan tevlî hev neke û derbaskirina madeyên sereke ji şêniyan re hêsan bike."

Her wiha welatiyê bi navê Ehemd Reşo spasiya kadroyên xizmetguzariyê yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji ber xizmetên ku ji gel re pêşkêş dikin û bi buhayên baş kir û ev tişt bilêv kir: "Em spasiya kadroyên xizmetguzariyê dikin ji ber madeya mazotê belav dikin. Min her du parên xwe ji madeya mazotê wergirt û bi buhayê 65 hezar lîryên sûrî."

CUDAHIYA MIQDARÊ DI NAVBERA TAXÊ Û HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ DE

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl miqdarê madeya mazotê ji bo germbûnê ku li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê belavkirin û yên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de danîn ber hev û wiha axivî: "Miqdara ku li vir tê belavkirin 200 lître ye. Têra demsala zivistanê dike. Lê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de li Helebê tenê 50 lître tê belavkirin û ew jî têra demsala zivistanê bi giştî nake."

Her wiha welatiyê bi navê Seîd Mistefa jî teqez kir ku pêwîstiyên gel ji mazotê, gaz û nan ji aliyê kadroyên xizmetguzariyê ve têne peydakirin.

(bx)

ANHA