Rojnameyên erebî: Îsraîlê çekên Îranê yên li Sûriyê kirin hedef

Rojnameyên erebî yên îro behsa rojeva Sûriyê, hilbijartinên Iraqê û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê çekên Îranê yên li Sûriyê kirin hedef
Rojnameyên erebî: Îsraîlê çekên Îranê yên li Sûriyê kirin hedef
Rojnameyên erebî: Îsraîlê çekên Îranê yên li Sûriyê kirin hedef
29 kanûn, 2021   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎLÊ LI MOŞEKÊN ÎRANÊ YÊN LI LAZIQIYÊ DA’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di derbeya duyemîn a vê mehê de Îsraîlê duh di saetên berbanga sibê de bi moşekan êrişeke mezin li dijî bendera Laziqiyê ya li rojavayê Sûriyê pêk anî. Di encama wê de şewatên mezin di konteynerên benderê de çêbûn. Li gorî raporan, çek û cebilxaneyên Îranê hatin hedefgirtin.

Wekî her carê Îsraîlê der barê derbeyên nû de tu daxuyanî nedan û hişt ku malperên nûçeyan yên ewlehiyê agahiyan belav bikin ku armanca wan vê carê jî konteynerên veguhastina moşekan bûn ku Îranê dixwest wan ji hevalbendên xwe yên li Sûriyê re bişîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku moşekên Îsraîlê konteynerên ku çek û cebilxane di wan de bûn li bendera bajarê Laziqiyê kirin hedef û di encama wê de zirarên madî yên mezin çêbûn.

Ajansa SANA jî ragihand ku Îsraîlê saet di 03:21`an de êrişeke bi moşekan li dijî konteynerên li qada bazirganiyê pêk aniye.”

‘EZMÛNA DADGEHA FEDERAL BI DAWÎ BÛ Û EZMÛNA EL-SEDR DEST PÊ KIR’

Der barê hilbijartinên Iraqê de rojnameya El-Ereb nivîsand: "Nîqaşa têkildarî hilbijartinên li Iraqê bi dawî bû, piştî ku dadgeha federal encamên wê erê kirin û serokê şepêla El-Sedr Muqteda El-Sedr êdî li pêşiya rastiyê ye û divê fikrên xwe ji hikumeta nû re pêşkêş bike da ku pêk bîne. Nexasim ku ew mezintirîn şepêl e û ji bo avakirina hevalbendên parlamentoyê hatiye erkdarkirin û çavdêriya avakirina hikumetê jî bike.

Çavkaniyên siyasî yên iraqî got serokê şepêla El-Sedr dê li pêşiya ezmûneke rast be.”

‘SEXTEKARÎ Û RAPORÊN ÎSTIXBARATÊ BÛN SEDEMA TALOQKIRINA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hê jî mijara paşdexistina hilbijartinan rojeveke sereke li Lîbyayê ye. Her wiha aliyên cuda zêdetir dixwazin ku sedem û xwestekên ku hilbijartinan asteng dikin, eşkere bikin.

Endamê meclisa parlementeran Caballah El-Şîbanî got raporên Wezareta Hundirîn ên îstixbarat û çavdêriyê bûn sedema nepêkanîna hilbijartinan û îşaret bi girîngiyê kir ku ev astengî werin rakirin, beriya ku demeke din were diyarkirin. El-Şîbanî diyar kir ku astengiyên hilbijartinan hê jî hene û bang kir ku berê xwe bidin danîna nexşerêyekê ji pêvajoya pêş re. Li gorî çavdêran jî ev yek zehmet e.”

(bx)