​​​​​​​Di 10 salan de 547 kolber hatine qetilkirin

Li gorî rapora Kolbernews’ê, di nava 10 salên borî de hezar û 608 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin û birîndar kirin.

​​​​​​​Di 10 salan de 547 kolber hatine qetilkirin
28 kanûn, 2021   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Kolbernews’ê,  ji 2012’yan û heta 2021’an ango di nava 10 salan de li herêmên sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve 547 kolber hatine qetilkirin û hezar û 61 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî raporê bîlançoya herî giran a sala 2019’an e. Di sala 2019’an de 80 kolber hatine qetilkirin. Herî kêm di sala 2014’an de bûyerên qetilkirina kolberan çêbûye. Di vê salê de 34 kolber hatine qetilkirin.

Di sala 2021’an de 54 kolber hatine qetilkirin û 165 kolber jî birîndar bûne.