Dewleta Tirk bombe li  herêma Şarbajêr barand

Balafirên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê  herêma gundê Gelale yê bajaroka Şarbajêr bombebaran kir.

Dewleta Tirk bombe li  herêma Şarbajêr barand
28 kanûn, 2021   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojews'ê ragihand ku balafirên dewleta Tirk a dagirker di saet 16.45’an de qadên Dukan û Gumend ên binarê çiyayê Asos ê gundê Gelale ya Şarbajêr bombebaran kirin.

Qaymeqamê Mawet li ser mijarê got: “Spas ji Xwedê re xelkê gund selamet in, her çiqas şivanên gundê Gelale niha pezê xwe birîne wê herêmê. Em weke Rêveberiya bajaroka Mawet, li ser van bombebaranan bi fikar in ku her car dibe sedema belavbûna tirs û fikaran.”

Heta niha dewleta Tirk çend carên din herêmên Şarbajêr û Pênciwên ên Silêmaniyê bombebaran kiriye.