Ehmed Şêxo: Armanca girtina deriyan siyasî ye, tu têkiliyên wê bi çalakiya ciwanan re tune ye

Ehmed Şêxo got: "Sedema girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd siyasî ne û tu elaqeya wê bi çakakiya ciwanan re nîn in. Lê armanc jê pêkaîna daxwazên dewleta Tirk e."

Ehmed Şêxo: Armanca girtina deriyan siyasî ye, tu têkiliyên wê bi çalakiya ciwanan re tune ye
29 kanûn, 2021   02:18
KOBANÊ- MEYSA EKARÎ

PDK'ê  bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker, siyansetên xwe yên dijminane li hemberî gelê Kurd û têkoşîna wê azadiyê didomîne. Di 16'ê Kanûnê de bi hincetên bê bingeh deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo ji ANHA'yê re axivî. Ehmed Şêxo diyar kir ku ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve dewleta Tirk hewl dide vîna gelê Rojava bişkîne û bi hemû rêbazan herêmê dorpêç dike.

Ehmed Şêxo anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên herî ewle yên Sûriyê ne, dema ku deriyên sînor li pêşiya gelên vê herêmê têne girtin, tê wateya ku herêmê dorpêç dikin, ewlehî û îstiqrara wê têk bibin û gel li pêşberî mirineke hêdî rû bi rû bihêlin.

Ehmed Şêxo girtina tevahî deriyên sînor ên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsî û wiha domand: "Pirsa ku xwe dide der ev e, gelo girtina deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji hemû aliyan ve tesaduf e an ku planeke? Dewleta Tirk li pêşiya çavên cîhanê binpêkirinên xwe li dijî gelên herêmê didomîne. Hemwextî ku PDK'ê bi hincetên bê bingeh deriyên sînor li pêşiya gelê herêmê girtin, hikumeta Şamê jî deriyên xwe girtin."

Şêxo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li deriyê Pêşxabûr û wiha domand: "Çalakiya ku ciwanan a li deriyê Sêmalkayê rewa bû û mîna wê li dewletên herî demokratîk ên cîhanê çênebûne. Tu kesî ji bo çalakiyên wiha yên bi daxwaza wergirtina cenazyên şehîdên xwe ku ev 3 mehin dewam dikin, derî negirtine. Heya niha PDK'ê li ser mijarê jî daxuyanî nedaye. Ciwanan li vir xwestin ku peyama xwe bighînin."

Şêxo destnîşan kir ku girtina derî bi hinceta çakakiya ciwanan hinceteke gelekî erzan e û got: "Di demên şer de dewlet deriyên xwe li pêş hev nagirin. Mînak; li Sûriyê bi giştî derî ji bo bazirganiyê vekirî ne û tu aliyên binakok derî li ber hev nagirin."

'ME DÎT DEMA MESÛD BARZANÎ GOT, ŞOREŞA ROJAVA TUNE YE'

Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Ehmed Şêxo da zanîn ku ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve helwesta PDK'ê ji soreşê re diyar bû û gotina Mesûd Barzanî ya "şoreşa Rojava tune ye'' bi bîr xist.

Şêxo bi domdarî got: "Di dirêjahiya salên şoreşê de, PDK'ê ji derve ve pêşveçûna şoreşê asteng dikir, di hundir de jî aliyên girêdayî xwe dixist tevgerê da ku tevliheviyan derxînin û pêşveçûnan asteng bikin. Li aliyekî din xendeq kolandin û deriyên sînor girtin, her wiha daxuyaniyên ku rê li ber aloziyan vedikin dan da ku Rêveberiya Xweser têk bibe."

Şêxo diyar kir ku PDK'ê şerê destkeftiyên gelê Rojava dike û wiha pê de çû: "Her wiha rê da dewleta Tirk a dagirker da ku Başûrê Kurdistanê dagir bike û dixwaze ku Tirkiyê perçeyên din ên Kurdistanê dagir bike. "

Şêxo anî ziman ku girtina deriyê Pêşxabûr bi destê PDK'ê bû, lê bi fermana dewleta Tirk e.

Şêxo referandoma ku sala 2017'an  li Başûr hate ragihandin bi bîr anî û got: "Dema ku Rêveberiya Xweser banga vekirina tevahî deriyên sînor ji bo piştevaniya gel û hikumeta Başûr kir, PDK'ê ev bi bîr neanî. Wê demê Tirkiyê ji bo têkbirina referandomê kar kir û gefên dorpêçekirina li ser herêmê xwar. Heger em helwestên PDK û Rêveberiya Xweser bînin ber hev, em ê bibînin kî xizmeta netewe û berjewendiyên gelê Kurd dike û kî dijbertiya doz û gelê xwe dike. Tevî vê yekê dixwazin bi diruşmeyên neteweyî gelê Kurd bixapînin."

Ehmed Şêxo îşaret pê kir ku pêwîsste PDK'ê beriya derbasbûna demê biryarên xwe di ber çavan re derbas bike û wiha got: "Em dibînin ku Başûrê Kurdistanê bûye herêmeke dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Tu kes napirse çima deriyên Başûrê Kurdistanê li pêşiya îstîxbarata û leşkerên Tirk vekirî ne û li pêşiya welatiyên Rojava, kesên nexweş û bazirganên rewa girtî ne?"

Endamê Desteya Rêveber PYD'ê Ehmed Şêxo diyar kir ku sedema girtina derî siyasî ye û tu têkiliya wê bi çalakiya ciwanan tune ye û wha dawî li axaftina xwe anî: "Armanc ji girtina derî, pêkanîna daxwazên dewleta Tirk bi PDK'ê ye, ji ber ku dewleta Tirk  her çiqas di nava pirsgirêk û aloziyan de dimîne, dixwaze pirsgirêkên xwe derxîne derve. Ji bo vê yekê jî hewl dide fitneyê di navbera aliyên kurdî de derxîne. Lê mixabin hin alî êdî bûne amûrên pêkanîna armancên Tirkiyê û li gorî wê kar dikin, ji ber vê yekê dive gelê me, bi taybet ê li Başûr kiryarên PDK'ê û şaştiyên wê bizanibin û zextê lê bikin da ku ev ji siyasetên xwe yên ku xizmeta dijminê doza kurdî dikin, berde."

ANHA