Di 60 saliya xwe de jî berxwedan û têkoşîna li hember êrişan didomîne

Tevî ku temenê wan ji 60 saliyê jî derbas bûye, têkoşîn û berxwedanê li hember tevahî êriş û siyasetên li dijî herêmê yên ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, berdewam dikin.

Di 60 saliya xwe de jî berxwedan û têkoşîna li hember êrişan didomîne
28 kanûn, 2021   08:09
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyên fikirî û leşkerî ve hişt ku gelek şêniyên herêmê bi mezin û ciwanên xwe çekan li hember tevahî siyasetên dijberî şoreşê hilgirin.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna tevahî beşên civakê, bi taybet mezinên wê cuda bû. Heta kesên temenmezin di parastina çand û destkeftiyên şoreşê de li hember şerê taybet ê dagirkeriya Tirk dudilî nebûn û li kêlek QSD’ê sekinîn da ku piştevaniya wê ya moral û leşkerî bikin.

Li gundê Dêrna Qulinga ku 22 kîlometre li bakurê rojhilatê Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, du welatiyên bi navên Ehmed Şakir û Ebdulmecîd Mûsa hene û 60 salî derbas kirine. Ew her du ji destpêka çirûska şoreşê de tevî hemû astengî û dijwariyan nimûneya berxwedan û têkoşînê bûn da ku xaka xwe li hember êrişên derve û hundir biparêzin.

Tevî temenên wan ên mezin jî lê hîna beşdarî erkên parastinê dibin û gundê xwe diparêzin.

‛ME VÎNA XWE JI BERXWEDANA TEVGERA AZADIYÊ GIRT’

Astengiyên jiyanê li pêş wan berxwedana xwe li ser xaka şoreşê berdewam bikin nebûn bend. Têkildarî vê yekê Ehmed Nayif Şakir wiha got: "Astengiyên jiyanê li pêş mirov nabin bend ku parastina welatê xwe li êrişan bikin. Ji ber berxwedan û têkoşîn bingeha rastiya gel ê şoreşgerî ye."

Şakir da zanîn ku wî têkoşîna xwe ji Tevgera Azadiya Kurdistanê wergirtiye û wiha domand: "Ez ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) fêrî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bûm û min ji berxwedana wan vîna xwe ya ji bo berdewama têkoşînê û serkeftina şoreşê ji tevgerê wergirt."

Parastina cewherî û şerê gel ê şoreşgerî ji girîngtirîn rêgezan in ku gel parastina destkeftiyên xwe pê bike û hebûna xwe li hember êrişên leşkerî biparêze. Şakir îşaret bi destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha pê de çû: "Berxwedan û têkoşînê nayên wateya hilgirtina çekan, lê parastina cewherî rêbaza herî guncaw ji bo pêkanîna serkeftinê ye."

Şakir ev tişt got: "Ez ê her tim ji bo parastina xak û gelê Kurdistanê li hember êrişên dijmin amade bim, ji ber rizgarkirina xakê ji çeteyên dijmin erka her welatiyekî/ê ye û divê em her tim metoda berxwedanê ji bo tolhilanîna xwîna şehîdên xwe pêk bînin."

‛PARASTINA CEWHERÎ ERKEKE NÎŞTIMANÎ Û EXLAQÎ YE’

Girêdayî mijarê Ebdulhemîd Mûsa da zanîn ku ew ji destpêka çirûska şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo parastina xak û gundê xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe dide û wiha got: "Em ê li kêleka hêzên xwe bi rêya pêkanîna rêbazên cewherî heta dawiyê tê bikoşin û dê her tim li dijî şerên taybet û MÎT’a Tirk bisekinin ku hewl didin berxwedana gelê me tesfiye bikin."

Mûsa wiha bi dawî kir: "Ez dev ji berxwedanê bernadim û ez ê hemû hêza xwe ji bo parastina gel li hember siyaset û êrişên dagirkeriya Tirk bi kar bînim. Ji ber ku xweparastin û parastin erkeke exlaqî û nîştimanî ye û bingeha berdewama hebûnê ye."

(fr)

ANHA