MÎT`ê li Efrînê xwendekarek û bavê wê revandin

MÎT`a dewleta Tirk a dagirker, xwendekarek û bavê wê piştî ku ji Helebê vegeriyan, revandin û birin cihekî nediyar.

MÎT`ê li Efrînê xwendekarek û bavê wê revandin
28 kanûn, 2021   08:03
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Raco ya Efrînê ragihand ku îstixbarata Tirk (MÎT) û çeteyên bi navê "Polîsên Leşkerî" roja 26`ê Kanûnê, xwendekarek û bavê wê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Sîlîn Hesen (21) û bavê wê Elî Hesen (50) û ji gundê Mîdana yê Racoyê ne.

Çavkanî ragihand ku Sîlîn xwendekara Zanîngeha Helebê ye û beriya niha bi hefteyekê tevî bavê xwe vegeriya gundê xwe. Lê MÎT`a Tirk û çeteyên wê, piştî ku ew revandin, heta niha çarenûsa wan diyar nekiriye.

ANHA