​​​​​​​'Girtina deriyê Sêmalkayê berxwedana li dijî xeta xiyanetê asteng nake'

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê berxwedana dayikên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê silav kir û got girtina deriyê Sêmalkayê dê berxwedana li dijî xeta xiyanetê asteng neke.

​​​​​​​'Girtina deriyê Sêmalkayê berxwedana li dijî xeta xiyanetê asteng nake'
28 kanûn, 2021   07:34
HELEB-ARIF SILÊMAN

Çalakiya malbatên şehîdan a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên ku 28 û 29'ê Tebaxa borî de di kemîna çekdarên PDK'ê de şehîd bûne û şermezarkirina kiryarên PDK'ê, di roja 85'an de berdewam dike. PDK cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake û deriyên Sêmalka û Pêşxabûr bi hincetên bê bingeh girtine.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê berxwedana malbatên şehîdan silav kir û got PDK'ê ji bo razîkirina dijmin xiyanetê li gelê Kurd dike.

Mihemed Bîlal diyar kir ku PDK`ê bi radestnekirina cenazeyên şehîdan, îxanetê li malbatên şehîdan û gelê Kurd dike û got: "Gelê Kurd dê li dijî îxanetê serî hilde û dê heta wergirtina cenazeyan li sînor be. Divê PDK bizane ku gerîlayên bi xayintî hatine şehîdxistin ew in ên ku wê û Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk diparêzin."

ꞌDIJMINATIYA KURDAN DIKE DA KU DEWLETA TIRK RAZÎ BIKEꞌ

Welatiya bi navê Heyat Şêxo kiryarên PDK`ê yên li dijî gelê Kurd şermezar kir û ev lê zêde kir: "Ji beriya 85 rojan gel li deriyê Sêmalkayê bi armanca wergirtina cenazeyan çalakiya konvedanê li dar xistine. Ev kiryar ne kêmî sûcên artêşa Tirk a dagirker e, gel vê yekê dizane."

Heyat Şêxo got, şêniyên taxa Şêxmeqsûd piştevanên dayikên şehîdan e û ger were xwestin, ew ê berê xwe bi sînor vekin û bi hev re banga wergirtina şehîdan bikin. Heyat Şêxo di dawiyê de got, PDK xiyanetê li gelê xwe dike da ku dewleta Tirk ê dijminê Kurdan razî bike.

‘PDK DAXWAZÊN DIJMIN PÊK TÎNE’

Welatiyê bi navê Omer Mihemed diyar kir ku armanca girtina deriyê Sêmalkayê, bidawîkirina çalakiya konvedanê ya banga wergirtina cenazeyan e, lê PDK`ê çi bike wê çalakiya xwe berdewam bike.

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên gelê Kurd têk bibe û PDK armancên wê pêk tîne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Girtina derî yek ji xwestekên dewleta Tirk e û PDK`ê daxwazên wê pêk tîne, li şûna ku xwestekên gelê xwe pêk bîne û cenazeyan radestî malbatên wan bike."

(eh)

ANHA