YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike

Bi armanca parastina çanda Efrînê YPG`ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê parkekê ji zarokên şehîdên Efrînê re ava dike.

YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
YPG`ê li Helebê parkekê ji bo zarokên şehîdên Efrînê ava dike
28 kanûn, 2021   07:19
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

20`ê  Çileya 2018`an dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir, li hemberî vê yekê şervanan 58 rojan berxwedaneke bêhempa raber kir, zirarên mezin gihandin dagirkeriyê û 18’ê Adara heman salê Efrîn hate dagirkirin.

Çeteyên artêşa Tirk kela Nebî Hûrî ya li navçeya Şera ya kantona Efrînê talan û wêran kir û veguherandin mizgeftê da ku fikirên tundraw lê belav bikin. Dewelta Tirk dema kela Nebî Horî desteser kir, îdia kir ku ew mîraseya Osmaniyan e da ku sûcên xwe rewa bike.

Li hember sûcên çeteyên dagirkeriya Tirk ku li Efrînê li dijî xweza û şêniyan pêk tîne, ji wan jî guhartina demografîk, YPJ û YPG’ê li taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bersiva siyasetên qirkirina çandî û guhartina demografî da.

Bi armanca parastina dîroka herêmê, YPG`ê li herêma Şiqeyif a Helebê parkekê ava dike.

Di parkê de dê peykera kela Nebî Horî, pira Romanî, koxikên ji bo ajalan, hêlikanên zarokan, dar û kulîlk hebin û tê payîn piştî mehekê bi dawî bibe.

Şervanê YPG`ê Yusif Yusif bal kişand ser avakirina parkê û wiha got: "Em vê parkê li taxa Berxwedan û taxa şehîdan ava dikin da ku mîras û çanda Efrîna dagirkirî veguhêzin vê taxê. Her wiha dewleta Tirk xwe dixapîne ku wê karî me ji çand û mîrasê bi dûr bixe. Lê ew yek çewt e. Em li taxê hemû kedên xwe didin ku çand û mîrasê bînin bîra şêniyan, da ku ji hilweşînê biparêzin."

Yusif Yusif ev li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide bi rêya dagirkirina herêmên me, talankirina dewlemendî û guhartina demografiya herêmên me, me qir bike û hebûna me tune bike. Lê em ji tunebûnê hebûnê ava dikin. Em bi ku ve biçin dê Efrînê dil û mejiyên me de bimîne û wek dewleta Tirk texmîn dike em Efrînê ji bîr nakin."

Li Qamişloyê jî peykersaz Ebdurehman Hisên bi armanca parastina şaristaniya Efrînê, peykerê Kela Nebî Horî li naverasta Çerxerêya Cotkaran çêkir.

(eh)

ANHA