Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Piraniya madeyên hişbir ji herêmên dagirkirî tên

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku piraniya madeyên hişbir ên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin, ji herêmên dagirkirî tên. Her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku bi hêzên ewlekariyê re alîkar bin da rê li pêşiya pîvanên derexlaqî bigirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Piraniya madeyên hişbir ji herêmên dagirkirî tên
28 kanûn, 2021   04:20
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Gerînendeyê Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdullah Sadûn ji ajansê re axivî û got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî derfetên xwe karê xwe dike. Têkildarî dizî û belavkirina madeyên hişbir, divê hemû komîn, meclisên herêmî û gel bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re alîkar bin da pêşî li pîvanên ku nirxên civakê bin pê dike, bigirin."

Ebdullah Sadûn destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi armanca hişyarkirina gel li ser girîngiya gilînameyên derbarê kesên ku nirxên civakê bin pê dikin de, her tim bi komîn û meclisên herêmî re di nava peywendiyan de ne û got: "Hevkariya di navbera gel û hêzên me de misogeriya sînordarkirina firotina madeyên qedexe û dizyê ye."

Sadûn îşaret pê kir ku pêşîlêgirtina afatên di civakê de rû didin, ne tenê erka Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, di heman demê de berpirsyariya civakê tevdî ye.

HEJMARA DOSYAYÊN MADEYÊN HIŞBIR ZÊDE BÛYE

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh (27`ê Kanûnê) bi kongreyekî çapemeniyê encama operasyona xwe eşkere kir û got, hejmara dosyayên madeyên hişbirî hezar û 618, di nav de 417 dosyeyên propagandayê, 919 dosyeyên bikaranînê û 282 dosyayên bazirganiyê ne.

Têkildarî sedemên bilindbûna hejmara dosyên madeyên hişbir Ebdullah Sadûn ev axaftin kir: "Salên derbasbûyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara bazirganan û kesên ku madeyên hişbir dibirin kêm bû, lê piştî dagirkirina herêmên Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkir, hejmar zêde bûn ku ji berê zêdetir û bi hêsanî van madeyan derbasbûyî herêmên me bikin."

Sadûn destnîşan kir ku dagirker şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne, di serî de bi rêya belavkirina madeyên hişbirê civakê û ciwanan bi taybet dikin hedef.

Gerînendeyê Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdullah Sadûn diyar kir ku piraniya madeyên hişbir ên ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin, ji herêmên dewleta Tirk dagirkirine tên. Sadûn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Beriya niha me hişyarî dabû û bi daxuyaniyeke fermî me mezintirîn operasyona qaçaxtiya madeyên hişbir ên ku wê bi rêya herêmên dagikirî derbasî herêmên me bikirane, bê bandor kir."

(eh)

ANHA