Li Çilaxa şehîd hatin bibîranîn

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo 53 şehîdên 5 mehên dawî hatin bibîranîn û banga şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî hate kirin.

Li Çilaxa şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bibîranîn
27 kanûn, 2021   15:16
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa bi merasîmekê 53 şehîdên mehên Tebax, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê bi bîr anî. Merasîm li navenda çandê ya herêma Înaş ya başûrê navçeyê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Ebdurehîm Mihemed axivî û got, yekitiya pêkhateyan û hevgirtina wan li hember terora çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk nimûneyeke jiyana hevbeş ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê ava kir.

Ebdurehîm Mihemed destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewl dide jiyana hevbeş a li herêmê derbe .

Di dema wergirtina wesîqeyên şehîdan de malbatên şehîdan soz da ku ew ê şopa zarokên xwe bişopînin, terorê têk bibin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Di dawiya merasîmê de sinevîzyonek li ser şehîdan hate pêşandan.

(fr)

ANHA