Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê hate pêşwazîkirin

Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê ji aliyê bi sedan şêniyên kesî ve hate pêşwazîkirin.

Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê hate pêşwazîkirin
Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê hate pêşwazîkirin
Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê hate pêşwazîkirin
Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê hate pêşwazîkirin
28 kanûn, 2021   18:23
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Ocalan a ku di bombebebarana dewleta Tirk a li ser Kobanê de şehîd bûbû, li deriyê ketina navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Şêniyan bi tilîliyên dayikan, diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, silavkirina berxwedana ciwanan û şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker pêşwaziya cenaze kirin.

Paşê cenaze bi kerwanekî ji sedan erebeyan ber bi nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ve birin.

Cenaze dê sibe saet 12:00'an bi merasîmekê  li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehdasê were veşartin.

25'ê Kanûnê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Şehîd Peyman a rojhilatê bajarê Kobanê malek bombebebaran kir, di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bû û 4 birîndar bûn.

ANHA