Kurê Nêçîrvan Barzanî para xwe ya li Banka Kurdistanê difiroşe

Kurê Serokê Başûrê Kurdistanê, Idrîs Nêçîrvan Idris Barzanî para (hise) xwe ya li Banka Kurdistanê ya navneteweyî difiroşe.

Kurê Nêçîrvan Barzanî para xwe ya li Banka Kurdistanê difiroşe
24 kanûn, 2021   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî du belgeyên hatine parvekirin, kurê Serokê Başûrê Kurdistanê, Idrîs Nêçîrvan Idris Barzanî para xwe ya li Banka Kurdistanê ya navneteweyî bi 39 milyar û 600 milyon dînar difiroşe.

Di herdu 2 belgeyên Banka Kurdistanê pêşkêşî bursa Iraqê hatî kirin firoştina para Idris Nêçîrvan Barzanî û nirxê wê tê ragihandin.

Belge di 20 Kanûnê de hatiye pêşkêşkirin û her di 20’ê Kanûnê de Kompanya Al Karmal ji bo kirîna para wî nivîsek pêşkêşî bursa Iraqê dike.