​​​​​​​Ekîba fîlmê Dema Dirîreşkan: Em xelata Festîvala Fîlman a Silêmaniyê qebûl nakin

Fîlmê Dema Dirîreşkan xelata baştirîn sînematogerafiyê ya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê wergirt. Ekîba fîlmê daxuyand ku xelatê red dikin û got “Em ji ber astengkirina nîşandana fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ ji festîvalê vekişîn. Ji ber wê em vê xelatê qebûl nakin.”

​​​​​​​Ekîba fîlmê Dema Dirîreşkan: Em xelata Festîvala Fîlman a Silêmaniyê qebûl nakin
24 kanûn, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ekîba fîlmî wiha ye:

“Wekî ku tê zanîn, Komîna Fîlman a Rojava beriya 4 rojan dabû xuyakirin ku fîlmê ‘Dema Dirîreşkan’ ji Festîvala Fîlman a Silêmaniyê ya Navneteweyî kişandiye. Ev yek jî wek helwestekê li hember astengkirina rêveberiya festîvalê ji nîşandana fîlmê “Ji bo Azadiyê” re hatibû girtin.

Îro me bihîst ku di merasîmên xelatdayînê ya festîvala Silêmaniyê de, fîlmê me Dema Dirîreşkan xelata baştirîn sînematografî bi dest xistiye. Tevî ku rêveberiya festîvalê kişandina fîlmê dizanî jî, lê dîsa rewşeke wisa derket. Em wek ekîba fîlmê, vê xelatê qebûl nakin.

Neqebûlkirina vê xelatê jî ji ber ku ji devereke fîlmê “Ji bo Azadiyê” asteng kiriye, hatiye. Em vê yekê wek helwesta xwe ya hunerî ji raya giştî re parve dikin. Em naxwazin tu festîvalên kurdî tawanbar bikin; lê tu fîlmên kurdî jî gerek li tu festîvalên kurdî neyên astengkirin û qedexekirin!

Ev rexne û helwesta me ya hunerî ye.”