Girtiyeke ji girtîgehên Tirkiyê: Em rûbirûyî mirinê tên hiştin

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî girtiyan de berdewam dike û wan ji mafên rewa bê par dike, li ser vê yekê girtiya bi navê Fatme Reşad ji girtîgeha Şakran a navçeya Aliaga de bang li aliyên parastina mafên mirovan dikin, kir ku berê xwe bidin girtîgehên Tirkiyê û sûcan lêkolîn bikin.

Girtiyeke ji girtîgehên Tirkiyê: Em rûbirûyî mirinê tên hiştin
24 kanûn, 2021   00:45
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Fatme Reşad Seydo ya di girtîgeha Şakran a navçeya Aliaga ya bajarê Izmîrê de 15`ê Cotmeha derbasbûyî bi birayê xwe Ehmed Seydo re bi rêya telefonê 10 deqeyan axivî û behsa îşkence û sûcên di wê girtîgehê de pê re rû bi rû dimîne, kirin, her wiha bang  kir ku dengê wê bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Fatme Reşad Seydo (Sekîne Kobanê) di 1969’an de li gundê Cib El-Ferc ê 18’ê kîlometre li rojavayê Kobanê ye, ji dayik bû.

Fatme Reşad Seydo di 1993`yan de tev li têkoşîna rizgariyê dibe û 4 salan li çiyayên Kurdistanê ma, her wiha 14`ê Gulana 1997`an ji aliyê MIT’a Tirk ve hatiye binçavkirin û destpêkê li girtîgeha Medyat hate girtin, piştre ew veguhezantin Wanê û ji wir jî Mûş, Sêrt û piştre birin girtîgeha Izmîrê ya Şeqran Alî Axa ya jinan.

Li ser xwesteka Fatme Reşad Seydo birayê wê Ehmed Reşad Seydo beriya çend mehan bi ajansê re axivî û îşaret bi hûrgiliyên mijara di navbera wî û xwişka wî de çêbûye û asta îşkence û sûcên girtiyan di girtîgeha faşîzma Tirk re dibînin, wesif kirin.

Ji wê demê ve agahiyên derbarê Fatme Reşad Seydo de tune ne, lê beriya hefteyekê bi rêya telefonê careke din bi birayê xwe re axiviye. Fatme Reşad Seydo dabû xuyakirin ku ew bi îşkence û zilma dewleta Tirk re rû bi rû ne û li ser vê yekê bang li raya giştî kiribû ku yekser destwerdanê bikin, zexta li ser girtiyan rakin, dawî li sûcên li dijî girtiyan bînin, rewşa wan baş bikin û kesên nexweş derman bikin.

Ehmed Reşad Seydo wiha got: "Xwişka min di peywendiya xwe ya beriya vê de anî ziman ku ew têne îşkencekirin, sûc berdewam dikin û di wê girtîgehê de ji mafên xwe yên rewa bê par in. Di heman demê de 32 kes di hucreyekê de ne."  

MAFÊN GIRTIYAN ÊN DERMANKIRINE TÊN BINPÊKIRIN

Ehmed Reşad Seydo da zanîn ku gelek nexweşiyên xwişka wî hene û talika wê hatiye rakirin, li ser vê yekê Fatme di peywendiya xwe ya dawî de gotibû ew qet nayê derman kirin.

Ehmed Reşad Seydo destnîşan kir ku Fatme Seydo di peywendiya dawî de diyar kir ku gelek nexweş di girtîgehê de hene, nexweşiyên hinan  giran in û tu kes nayên dermankirin û rûbirûyî mirinê tên hiştin.

Seydo diyar kir ku xwişka wî jê re gotiye, girtî ji mafên xwe yên dermankirinê bê par in û heta bi dermanên paqijkirin û dezenfektekirinê jî nadin wan, ji lew re bi vîrusa Koronayê dikevin.

Seydo li ser zimanê xwişka xwe da xuyakirin ku girtî ne tenê ji mafên dermankirinê bê par in, lê heta ji mafên meş, werzîş û derketina ji derveyî hucreyê jî bê par in.

Ehmed Reşad Seydo her wiha li ser zimanê xwişka xwe bang li raya giştî ya cîhanê kir ku mafên hemû girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de, biparêze.

Ehmed Reşad bal kişand ser sûcên di girtîgehên dewleta Tirk de tên meşandin û wiha dewam kir: "Ji ber paşguhkirin û sûcên Tirkiyê derheqê girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de pêk tîne, 3 hevrêyên me jiyana xwe ji dest da."

Ehmed Reşad Seydo sûcên dewleta Tirk li dijî girtiyan pêk tîne, şermezar kirin û bang li malbatên girtiyan kir ku li dijî van sûcan bertekan nîşan bidin, her wiha bang li rêxistin û aliyên hiquqnas ên parastina mafên mirovan dikin, kir ku biçin girtîgehên Tirkiyê û sûcên Tirkiyê li dijî girtiyan, bişopîne.

DI HEFTEYEKÊ DE 4 KESAN DI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA

Dewleta Tirk a dagirker bi bihaneyan bi hezaran siyasetmedar girtin, wan îşkence dike û ji mafên wan bê par dike, ji lew re hevdîtinên bi malbatan re û serdanan qedexe dike.

Sûcên di girtîgehên dewleta Tirk de hîn jî berdewam dikin û li hemberî vê yekê rêxistinên navneteweyî yên qaşo mafên mirovan diparêzin tev nagerin, sûcên derheqê girtiyan de eşkere nakin û bi vê yekê dewleta Tirk ji cezayên li ser pêkanîna sûcan xelas dikin.

Mînaka van sûcan, di dirêjahiya 14 rojan de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da û sedem jî ne diyar e.

Beriya çend rojan têkoşer Garîbe Gezer di girtîgeha yek hucre de darvekirî hate dîtin û li ser vê yekê desthilata Tirk îdia kir ku xwe kuştiye, lê malbat û parêzerên wê da zanîn ku li pey wefata ciwana 26 salî gumana sûc e û Garîbe Gezer di girtîgeha yek hucre de nikare xwe bi darveke.

Her wiha girtiyê bi navê Widat Arkman ku di girtîgeha (F) a Tekirdag de cezaya heta hetayê lê hatibû birîn, 20`ê vê mehê di rewşeke ne diyar de şehîd bû.

Halîl Guneş 30 sal di girtîgehê de li ber xwe da û gelek pirsgirêkên wî yên tenduristî yên giran hebûn. Guneş li hember nexweşiya penceşêrê û îşkenceya AKP’ê û MHP’ê li ber xwe dan. Her wiha têkoşer Abdurezaq Suwêro li dijî tevahî siyasetên faşîstê li ber xwe da û heta kêliya dawî radest nebû.

(eh)

ANHA