​​​​​​​Şaredariya Şêxmeqsûdê bermahiyên şer radike

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dest bi hemleya paqijkirina taxê ji bermahiyên şer kir.

24 kanûn, 2021   11:25
HELEB-ARIF SILÊMAN

Sala 2016`an di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Kolana Muxabarat ên Helebê de gelek avahî rûxiyan.

Di çarçoveya parastina şêniyan de, Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel 40 nuqte diyar kirin ku xeternak in û divê werin rakirin.

Endamê nivîsgehê Emîn Mihemed diyar kir ku ew ê di qonaxa yekemîn de 10 nuqteyên herî xeternak ên li taxa Şêxmeqsûd; li beşa rojhilatê wê 6 û li beşa rojavayê wê 4 nuqteyan vala bikin.

Şaredariya Gel di 18`ê Kanûnê de dest bi projeya rakirina bermahiyên topbaranê kir. Hemle heta rakirina hemû bermahiyan dê dewam bike. Di vê hemleyê de 6 karker kar dikin.

Emîn Mihemed bi bîr xist ku bi barîna baranê re, wan dest bi hemleyê kir, ji ber ku gelek avahî hene dibe ku hilweşin. Her wiha destnîşan kir ku bi derfetên heyî vê xebatê dimeşînin. Mihemed got parastina şêniyên taxê erkek e ku divê Şaredariya Gel pê rabe.

(şx)

ANHA