KONGRA GEL ji bo girtiyên li Tirkiyê banga seferberiyê kir

Hevserokatiya KONGRA GEL bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li girtîgehên dewleta Tirk sûcên li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin û ji bo girtiyan banga seferberiyê kir û diyar kir ku “Di serî de Îmrali, zîndan hemû li ber xwe didin. Faşîzm ji bo vê berxwedanê bişikîne, êrişî girtiyan dike.”

KONGRA GEL ji bo girtiyên li Tirkiyê banga seferberiyê kir
24 kanûn, 2021   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokatiya KONGRA GEL têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyan ên di zîndanên Tirkiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Her ku hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP'ê nêzîk dibe, mîna li her derê li zindanan jî hovîtî tê zêdekirin. Li zindanan, bidawîbûna cezayê hikumxwaran tê betalkirin û nayên berdan. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, bi zanebûn di nava lepê mirinê de têne hiştin, ji girtîgehan cenaze tên derxistin. Di nava meha dawî de 7 cenaze ji zindanan derketin.

Ev rewş rûyê rastî yê desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rengekî vekirî nîşan dide. Ev desthilatdariya ku sextekariya 'biratiya gelan' dike, ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku ti eleqeya vê desthilatdariyê ne bi ol heye, ne jî bi biratiyê hey; desthilatdariyeke faşîst e.

Garîbe Gezer û Vedat Çem Erkmen li zindanê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Di salên 1990'î de dewletê bi rengekî kiryar nediyar mirov dikuşt, niha jî înfaza li zindanan ketiye şûna vê yekê. Ev asta ku faşîzm hatiye, mezinahiya metirsiya li Îmraliyê û hemû girtîgehan radixe pêş çavan.

Di serî de Îmrali, zindan hemû li ber xwe didin. Faşîzm ji bo vê berxwedanê bişikîne êrişî girtiyan dike. Lê belê nikare encamê bi dest bixe. Berxwedana leheng a Garîbe Gezer mînaka herî dawî ya vê yekê ye.

Divê gelên me yên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û derveyî welat, jin, ciwan, hêzên demokrasiyê yên li ber faşîzmê radibin; divê vê rastiyê bibînin, eniya berxwedanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê qewîn bikin û têkoşînê mezin bikin. Ev yek wezîfeya herî stratejîk a demê ye.

Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de divê hîn bi xurtî xwedî li zindanan derkevin. Rapora Navenda Giştî ya ÎHD'ê ya li ser bingepêkirina mafên mirovan metirsiya rewşê bi rengekî eşkere radixe pêş çavan.

Ji bo pêşî li hovîtiya li zindana bê anîn, gelên me yên li derveyî welat divê bi çalakiyên cihêreng û afirîner polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê teşhîr bikin, bala raya giştî bikişînin û ji bo saziyên navneteweyî bixin nava liv û tevgerê, seferber bibin.

Ji bo şikandina bêdengiya raya giştî û saziyên navneteweyî, ji bo liv û tevgera li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, em bang li gelê xwe yê li Ewropayê û tevahiya cîhanê dikin, bi taybetî jî sazî û meclîsên me yên gel pêwîste di vê pêvajoyê de bi roleke hîn bi bandor tevbigerin."