Li Sûdanê jin li dijî destdirêjiyê derketin qadan

NY`yê ragihandibû ku agahî hene ku di xwepêşandanên salvegera sêyemîn a şoreşê de destdirêjî li jinan hatiye kirin. Duh bi hezaran jinan li Sûdanê li dijî destdirêjiyê xwepêşandan li dar xistin.

Li Sûdanê jin li dijî destdirêjiyê derketin qadan
24 kanûn, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê duh bi hezaran jin tev li xwepêşendanên li Um Derman a li bakurê Xertûmê bûn.

150 jinan nameyek radestî komserê nivîsgeha hevbeş a mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Xertûmê kir û bang kir ku ji bo xwepêşandêrên jin ên ku rastî destdirêjiyê hatine, ji destpêka şerê li Darforê yê sala 2003`yan ve, edaletê pêk bîne.

Li gorî çalakvanan di salvegera 3`yemîn a şoreşa Sûdanê de ku desthilata Omer El-Beşîr bi dawî bû, hêzên ewlehiyê gule û bombeyên gazê li dijî xwepêşandanan bi kar anîn. Her wiha endamên hêzên ewlehiyê destdirêjî li gelek jinan kir ku di nav de zarokeke 10 salî jî hebû.

Berdevkê Komseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Liz Throssell ragihand ku 13 bûyerên destdirêjiyê pêk hatine.

(şx)