Rojnameyên erebî: Bexdayê banga destpêkirina diyalogên yekser ên Tehran û Washingtonê kir

Rojnameyên erebî îro têkildarî rewşa Sûriyê, dosyaya nukleerî ya Îranê û kar û barên Tunis nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Bexdayê banga destpêkirina diyalogên yekser ên Tehran û Washingtonê kir
Rojnameyên erebî: Bexdayê banga destpêkirina diyalogên yekser ên Tehran û Washingtonê kir
Rojnameyên erebî: Bexdayê banga destpêkirina diyalogên yekser ên Tehran û Washingtonê kir
24 kanûn, 2021   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

`SÛRIYÊ QETER BI ASTENGKIRINA VEGERA WÊ YA NAVA KOMKARA EREBÎ TAWANBAR KIR`

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivisî: “Cîgirê wezîr karên derve yê hikumeta Şamê Beşar El-Caferî, Qeter tawanbar kir ku tevlêbûna hikumeta Şamê di civînên Komkara Erebî de asteng dike.

Komkara Erebî endamtiya Sûriyê di 12`ê Cotmeha 2011`an de taloq kir û bang kir ku hemû balyozên Ereb ji Şamê derkevin, ta ku hikumeta Şamê sozên xwe bîne cih û sivîlan biparêze.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêz got Cezayîr, Iraq û Urdin dixwazin Sûriye vegere nava komkarê. Her wiha piştrast kir ku dibe Sûriye di civîna bê de heke lihevkirineke erebî têkildarî vê yekê pêk were, vegere nav komkarê.”

`BEXDAYÊ BANGA DESTPÊKIRINA DIYALOGÊN YEKSER ÊN TEHRAN Û WASHINGTONÊ KIR`

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî dosyaya nukleerî ya Îranê wiha nivisî: “Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo vejandina lihevkirina nukleerî ya Îranê, bang kir ku dan û standinên yekser di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li dar bikevin. Lê hempîşeyê wî yê Îranê Hossein Amir Abdollahian aliyên ewropî rexne kir ku tu însiyatîfên pratîk ên nû pêşkêş nekirine û di civîna dawîn de însiyatîfên ku pêşkêş kirine, ne avaker bûn ku di 17`ê Kanûnê de li ser daxwaza Tehranê rawestîn.

Fuad Hisên di civîna çapemeniyê de ku bi Abdollahian re duh li Tehranê li dar xist, got: Pirsgirêkek di mekanîzmaya dan û standinan de heye. Dan û standin bi awayekî yekser bi Washingtonê re li dar nakevin lê belê bi rêya nûnerê ewropî li dar dikevin. Êdî dem hatiye ku dan û standinên yekser di navbera Washington û Tehranê de li dar bikevin da ku têkildarî projeya nukleerî û cezayên li ser Îranê bigihêjin lihevkirinan.

Fuad Hisên eşkere kir ku Bexda heman bang li Washingtonê jî kiriye ku yekser bi Îranê re dest bi diyalogê bikin.”

`ÎXWAN JI BER GIRTINA EL-MERZÛQÎ BI FIKAR IN`

Rojnameya El-Beyan jî li ser rojeva Tunisê wiha nivîsand: “Cezayê 4 salan ê li serokê berê yê Tunisê Monsef El-Marzûqî hatiye birîn, tirs kir nava komên Îxwanan û hevalbendên wê. Her wiha gelek pirsnîşan têkildarî çarenûsa dosyayên li dadgehê yên girêdayî terorê, bûyerên kuştina siyasetmedaran, fînanseyên biyanî û gelek sûcên din ku destê Îxwanan tê de heye, çêkirin.”

(şx)