​​​​​​​Ukrayna û çekdarên alîgirên Rûsyayê hewl didin agirbestê aktîf bikin

Washingtonê hewldana Ukrayna û çekdarên alîgirên Rûsyayê ya ji bo aktîfkirina agirbestê li rojhilatê Ukraynayê bi erênî nirxand.

​​​​​​​Ukrayna û çekdarên alîgirên Rûsyayê hewl didin agirbestê aktîf bikin
24 kanûn, 2021   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir û tê de got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandina Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê ya têkildarî hewldana hêzên hikumeta Ukraynayê û hêzên çekdar ên alîgirên Rûsyayê ku agirbestê li rojhilatê welêt aktîf bikin, bi erênî dinirxîne.”

Wezaretê wiha domand: “Em hêvî dikin ku piştî vê gavê, li ser asta dîplomatîk xebat bên meşandin ku nakokiyên herêmî bi dawî bibin û ji bo nîqaşê şert û mercên guncawtir peyda bibin.”

Rayedarekî Koşka Spî jî ragihand ku DYA amade ye bi Rûsyayê dest bi diyalogeke dîplomatîk bike lê divê hinek şert pêk werin.

(şx)