Nîlufer Koç: Kampanyayên îmzeyan dê di 2022’yan de zêdetir bibin

Nîlufer Koç diyar kir ku kampanyayên îmzeyan dê di sala 2022'yan de zêde bibin û destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de dewlet bi zorê PKK'ê di "lîsteya terorê" de digirin.

Nîlufer Koç: Kampanyayên îmzeyan dê di 2022’yan de zêdetir bibin
24 kanûn, 2021   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ji bo ku PKK ji “lîsteya rêxistinên terorîst" derkeve, nemaze yên DYA û Konseya Ewropayê, di 13'ê Kanûnê de kampanyayek dabû destpêkirin.

Ji 30 welatan zêdetirî hezar parlamenter, akademîsyen, sînemager, rêveberên partiyan, nivîskar û çalakvanan pêşengî ji kampanyayê re kir.

Hem li standên îmzeyan ên li Ewropa û Amerîkaya Latîn hem jî bi rêya malpera ‘Edalet ji bo Kurdan’ http://justiceforkurds.info/Petition îmze tên berhevkirin. Her wiha banga kampanyayê di hin rojnameyên Ewropayê de jî derket.

Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlufer Koç kampanyaya îsal a ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" nirxand û got: “Bi saya berxwedanê dewletan dît ku bi perspektîfên xwe yên kevn ên li ser PKK'ê nikarin dewam bikin."

Nîlufer Koç da xuyakirin ku kampanya di rewşa heyî de li gel eleqeyeke mezin bi pêş ve diçe û anî ziman ku di kampanyaya dawîn de pêşketinên nû rû dane. Nîlufer Koç diyar kir ku komên rewşenbîrên lîberal ên ku heta niha ji ber kariyera xwe li ser qedexeyê bi tirs bûn jî daxwaz kir ku qedexe bê rakirin û wiha axivî: "Qedexe û lîste mîna şûrê Demokles li ser mirovan tên bikaranîn. Bi konsepta terorê re hewl tê dayîn ku mirov, bi taybetî gel û rêxistinên pêşverû bên bêdengkirin. Bi kampanyaya îro pêkan e ku mirov bibîne ku ev yek bi ser ketiye. Pênaseyeke zelal a terorê, hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de nîn e. Mirovan fêm kir ku dewlet vê konseptê ji bo armancên siyasî bi kar tînin. Zexta Almanyayê ya li gorî berjewendiyên dewleta Tirk ya li dijî PKK'ê ku ji sala 1985'an ve didome, ji aliyê civakê ve hatiye hejandin. Xuya bûye ku tirsa rasteqîn anku terorîzm rejîma Erdogan e. Ji ber ku têkoşîna Kurdan a bêeman rûyê rast ê dewleta Tirk aşkera kir. Bi kampanyayên îmzeyan mirovan dît ka Kurd, rêber Apo û PKK çi dixwazin."

‘PÊVAJOYA ŞIKANDINA QEDEXEYÊ DI SALA 2014 'AN DE DEST PÊ KIR’

Nîlufer Koç diyar kir ku mijara rakirina qedexeya PKK'ê di sala 2014'an de ne tenê ji aliyê derdorên çepgir-demokrat ve, ji aliyê gelek komên muhafezakar-lîberal ve jî hate nîqaşkirin û got: "Bi taybetî lehengiya gerîlayên PKK'ê ya li hemberî DAIŞ’ê, PKK wek hêzeke mezin a hêviyê li cîhanê da nasandin. Qedexekirina PKK'ê û hebûna wê ya di lîsteyan de destpêka pêvajoya şikandinê bû. Piştre paradîgmaya azadîparêziya jinan a demokratîk-ekolojîk a rêber Apo ku li Rojava hate pratîzekirin, bal her kesî bir ser PKK’ê."

Nîlufer Koç da zanîn ku di nava îmzekarên kampanyayê de gelek parlamenter, keşe, endamên meclisan, şaredar, rewşenbîrên ewropî, femînîst, tevgerên avhewayê, tevgerên ciwanan, sendîkavan, hunermend û gelek kesayetên din ên siyasî û civakî hene. Nîlufer Koç diyar kir ku profîla 1003 kesên ku kampanya îmze kiriye, bi awayekî zelal nîşan dide ku tirs û xofa ku dewlet dixwazin biafirînin, êdî şikestiye û vê tevlêbûn pêşdaraziya li hember PKK'ê rakiriye û di encamê de mirov êdî natirsin.

Nîlufer Koç wiha pê de çû: "Kampanya dê di sala 2022'yan de mezin bibe. Ji ber ku di sedsala 21’an de çareseriya pirsgirêkên serdemê li Kurdistanê bi pêşengiya PKK'ê tê dîtin. Ji bo ku PKK'ê di lîsteyê de bihêlin tu carî hincetên dewletan ên mafdar çênebûn. Di sala 1993'yan de Almanyayê û di 1997’an de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û di sala 2002'yan de jî Yekitiya Ewropayê tu hincetên xwe yên hiqûqî tune bûn. Jixwe teror, ne ji aliyê siyasî ve, ne jî ji aliyê hiqûqî ve xwedî pênaseyeke şênber nîn e. Dewlet vê konseptê ji bo bêdengkirina rêxistinên qada civakî û pêşîgirtina li hevgirtina bi wan re bi kar tînin. Qedexe û lîste bi temamî ji ber sedemên siyasî ne. Pirsgirêka Kurd ku PKK dixwaze çareser bike, ji xwe pirsgirêkeke siyasî ye."

Nîlufer Koç diyar kir ku li dijî Kurdan polîtîkaya înkarê ya bi Peymana Sykes-Picot hatiye dîzaynkirin û bi Lozanê hatiye temamkirin û got: "Ewropayê Kurd paşguh kirin û Kurdistan kir birîna nekewandî ya Rojhilata Navîn. Di mijara Filistînê de jî heman tişt hate kirin. Rê li ber komkujiyan vekirine, gelê Kurd bê statu hiştine. PKK di encama vê rastiyê de derketiye holê."

PÊVAJOYA XISTINA PKK’Ê NAVA ‘LÎSTEYA TERORÊ’

Nilufer Koç ku diyar kir PKK di 15'ê Tebaxa 1984'an de ji ber karaktera milîtarîst a dewleta Tirk berxwedaneke çekdarî da destpêkirin û di encamê de Kurd hişyar kirin û ji nû ve zindî kirin.

Nîlufer Koç diyar kir ku dewleta Tirk li pêşberî vê berxwedanê ketiye nava panîkê û ji NATO'yê piştgirî xwest û anî ziman ku di sala 1985'an de Almanyayê bi dozên Duesseldorfê yên di sala 1986'an de, dest bi krîmînalîzekirina PKK'ê kir. Nîlufer Koç wiha anî ziman: "Tevî ku Olof Palme ku wek dostê bindestan tê naskirin, qetil kirin jî, ev cînayet bû bingeha darizandinên Duesseldorfê. Bi dozên Duesseldorfê Almanyayê nekarî tiştên ku hêvî dikir, bi dest bixe û hem li welêt hem jî li derveyî welêt nekarî pêşî li girseya PKK'ê bigire. DMME’yê serlêdana endamê damezirîner ê PKK'ê Duran Kalkan a ji ber darizandina bêhiqûqî ya li dozên Duesseldorfê mafdar dît û Almanya mehkûm kir. Serhildanên di salên 1990'î de li Bakur dest pê kirin, rê li ber qedexeya Almanyayê ya sala 1993'yan vekir. Di salên 1990'î de PKK'ê sînorên Bakurê Kurdistanê derbas kir û li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çalak bû. Di vê pêvajoyê de ji Rojava beşdarbûnên mezin di PKK'ê de çêbûn.  Têkoşîna PKK'ê di qada neteweyî de berbelav bû û gihaşt Rojhilata Navîn. Di sala 1997'an de DYA'yê aktîfbûna PKK'ê ya li 4 parçeyan wek xetereyekê dît û bi hawara dewleta Tirk de hat û PKK xist lîsteyê. Di vir de ya girîng ew e ku PKK’ê di 2-23'yê Çileya 2000'î de di kongreya xwe ya 7'an de strateji guherand. Piştî kongreyê têkoşîna çekdarî xis rêza duyemîn û têkoşîna siyasî jî xist rêza yekemîn. Vê pêngava stratejîk di qada dîplomasî û siyasî ya navneteweyî de deriyên berfirehtir ji PKK'ê re vekirin. Ji ber vê yekê Brîtanya ji bo qedexekirineke wiha zor li YE'yê kir. Heta ku ev pêvajo neyên zanîn, zêde nayê fêmkirin ku çima PKK di lîsteyê de ye."

Nîlufer Koç îşaret pê kir ku dewlet ji bo ku PKK di lîsteyê de bimîne nava hewldanan de ne û got: "Piştî 36 salan derket holê ku Olof Palme ji aliyê PKK'ê ve nehatiye kuştin. Dozên Duesseldorfê ji aliyê DMME'yê ve hatin mehkûmkirin. Dadgehên Luksemburg û Belçîkayê lîste û qedexe li ber nîqaşkirinê vekirin. Li aliyê din, dewletan heta niha piştgirî daye dewleta  Tirk. Lê belê Erdogan û hikumeta Tirk a faşîst bi rengekî sîstematîk hiqûqa navneteweyî binpê dikin, bi taybetî bi neqebûlkirina hiqûqa dewletên Konseya Ewropayê ku ew endamê wê ye, bi taybetî dewletên ku ew di NATO'yê de hevalbendê wan e. Yanî Erdogan bêhiqûqiyê û siyaseta kêfî ya li welatê xwe îthal dike. Dîsa dewleta Tirk di çarçoveya stratejiya xwe ya berfirehkirinê de çeteyên mîna DAIŞ'ê bi kar tîne û ev jî di polîtîkaya derve de rê li ber pirsgirêkên cidî vedike.

‘CÎHANÊ HÊZA ÇARESERIYÊ YA PKK'Ê DÎT'

Li aliyê din DAIŞ ji aliyê DYA, YE û hwd ve wek rêxistineke terorê tê dîtin. Dewleta Tirk sedema bêaramî, tundî, kaos û pirsgirêkan e. Erdogan bi neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê siyasetê dike. Li pêşberî vê yekê têkoşîna PKK'ê ya antîneteweperest e, yanî hevparî û wekheviya gelan e; azadiya jinan dike xeta sor a demokrasiyê û di heman demê de wekhevî û hevpariya olan bi pêş dixe. Lewma PKK çareserî ye û dewleta Tirk jî bi pirsgirêk e. Ev yek ji aliyê hevalbendên dewleta Tirk ve ve jî tê dîtin. Ev hêza çareseriyê ya PKK'ê bi şoreşa Rojava re derket holê û li cîhanê deng veda. Sempatî û eleqeya raya giştî ya cîhanê ya ji bo şoreşa PKK'ê zêde dibe û zextê li dewletan jî dike."

‘DEWLETAN DÎT KU NIKARIN WEKÎ BERÊ DEWAM BIKIN’

Nilufer Koç diyar kir ku dewletên ku dewleta Tirk wek hevalbenda xwe dihesibînin, bi taybetî jî YE û DYA'yê ji komkujiyên dewleta Tirk paşguh dikin û destekê didinê û li gel ku zêdetirî 5 hezar siyasetmedarên Kurd bi awayekî neheq hatine girtin jî û bi bikaranîna çekên kîmyewî jî berxwedana Kurdan a bi pêşengiya PKK'ê nekariye bişikînin.

Nîlufer Koç got tevî ku 22 sal e îşkenceyê li rêber Abdullah Ocalan dikin jî nikarin îradeya rêber Ocalan û ya gel bişikînin û wiha axivî: "Bi tecrîda li Îmraliyê tê xwestin ku gelê Kurd Rêbertî ji bîr bike, lê ev 22 sal e vî gelî rêberê xwe ji bîr nekiriye û her roj ji Rêbertiya xwe re azadî xwestiye. Dawiya dawîn Desteya Wezîran ku desteya siyasî ya herî bilind a Konseya Ewropayê ye, biryar da ku cezayê muebbetê yê li rêber Apo hatiye birin, heta Îlona 2022'yan biguherîne. Dewlet bê guman vê berxwedana bê navber a gerîla û gel û rêber Apo dibînin û dibînin ku bi perspektîfên xwe yên kevn ên têkildarî PKK'ê nikarin dewam bikin."

'DEWLETA TIRK NIKARE RÛYÊ XWE YÊ MÎLÎTARÎST BI QEDEXEYA PKK'Ê VEŞÊRE'

Nîlufer Koç rapora ku di Hezîrana îsal de ji hêla hemû partiyên li parlamentoya Brîtanyayê ve li ser pirsgirêka Kurd hate weşadnin, bi bîr xist û wiha rave kir: "Tespît dike ku Tirkiye bi qedexekirina PKK'ê re demokrasî û azadiyan ji holê radike û pêşniyar dike ku ev qedexe bê rakirin. Ev nêrîn, piştî vê salê, li Parlamentoya Ewropayê, li Konseya Ewropayê û rûniştinên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî yên gelek caran tê vegotin. Dîsa ev rastî di rapora pêşketinê ya YE’yê de tê îfadekirin. Dewleta Tirk êdî nikare rûyê xwe yê milîtarîst û faşîst bi qedexeya PKK'ê veşêre."

Nîlufer Koç got divê di vê qonaxê de çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd were dîtin û got ji ber ku muxatabên wê yên sereke rêber Abdullah Ocalan û PKK ne, qedexeya li ser PKK'ê asteng e.

'QEBÛLKIRINA FERMÎ YA PKK'Ê DÊ ARAMIYÊ BÎNE ROJHILATA NAVÎN'

Nîlufer Koç diyar kir ku hemû dewletan bi PKK'ê re têkiliyên xwe yên neyekser hene û ev jî ji ber wê yekê ye ku bêyî PKK'ê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn nayên çareserkirin. Nîlufer Koç got tê dîtin ku paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên serdemê di PKK'ê de şênber dibin û wiha lê zêde kir: “Çareseriyên alternatîf ên PKK'ê di rojeva rewşenbîrên cîhanê de ne. Ev dîsa di rojeva akademiyê de ye. Bi hezaran akademîsyen li ser guhertinên paradîgmaya rêber Apo ya li Kurdistanê lêkolînan dikin û wan dikin mijara tezên xwe. Qebûlkirina fermî ya PKK'ê dê demokrasiyê bîne Tirkiyê û aramiyê bîne Rojhilata Navîn."