Şêx û rûspiyên Dêrazorê: ''Çareserî'' xapandineke hikûmeta Şamê ye ku ciwan bixe nav şer

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqez kir ku mijara "çareserî" ku hikûmeta Şamê li herêmên di bin serweriya wê de di dema dawî propegandayê wê dike de rêbazek e da ku aloziya Sûriyê dirêj bike û nîşaneya girêdana wê bi hişmendiya yek partî, neqebûlkirina aliyê din û nimûneya demokrtîk e.

Şêx û rûspiyên Dêrazorê: ''Çareserî'' xapandineke hikûmeta Şamê ye ku ciwan bixe nav şer
24 kanûn, 2021   02:53
DÊRAZOR

Hikûmeta Şamê ji destpêka Mijdara borî ve dest bi propegandaya "çareserî" li Dêrazorê kir û bi rêya wê bang li kesên ku hovîtiya wê reviyane kir ku ji nû ve wan têxe bin sînaryoya xwe wek  ku çawa li Dera, bajar û herêmên din ên Sûriyê kir. Lê hewldanên wê bi bin ketin û her kesên ku rewşa wan çareser kir xiste nava şerê bi çeteyan li herêmên cûda yên Sûriyê re di bi navê Feylaqa 5`an de.

Berdevkê fermî yê meclisa eşîrên El-Bokemal Selah El-Selman ji ANHA`yê re teqez kir ku "Çareseriyên" ku hikûmeta Şamê pêk tîne encamên wan li ser çareseriyên siyasî yên rast hene û wiha got: "Ew yek li hember çareserkirina krîza Sûriyê ku zêdetirî 10 salan didome, astengiyek e."

Selah El-Selman wiha domand: "Em dizanin ku ew "çareserkirin" planên derew in. Hikûmeta Şamê ev yek li gelek parêzgehên Sûriyê pêk anî û hemû jî bi bin ketin. Ew "çareserî" rêya wê ya yekane bû da ku tevlîheviyê û metirsiyan li gel şêniyên herêmê derxe û aloziya Sûriyê dirêj bike, aboriya wê hilweşîne û necidiyetbûna xwe di çareserkirina pirsgirêkên hundirîn de îsbat bike."

Her wiha rûspiyê eşîra El-Mersûm Zîb Xilêf Dawûd wiha axivî: "Çareserî xapandineke ji aliyê hikûmeta Şamê ve ye da ku wan bike leşker û tev li şerê bi çeteyan re li herêmên cûda yên Sûriyê bike. Ew rêbazeke ji aliyê hikûmeta Şamê ve ye da ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi xwe ve bikişîne, fikreyên wan belav bike û baweriya wan bi rêveberiya wan a leşkerî û siyasî bişikîne."

Zîb Dawûd destnîşan kir ku çareserî û kirinên ku hikûmeta Şamê pêk tîne tu cûreyên çareseriyê pêkêş nake lê aloziyê zehmetir û dirêjtir dike."

Girêdayî mijarê nûnerê eşîra El-Hesûn li bajarokê Baxozê Hewas El-Casim wiha anî ziman: "Tişta ku hikûmeta Şamê navê lihevanînê lê dike tenê rêbazeke ji bo zextê li pêkhateyên herêmê yên ji hovîtiya artêşa hikûmeta Şamê reviyane, bike. Tu sûd ji wan tune ye û tu encamên erênî dê nade."

Şêx û rûspiyan îşaret bi girîngiya kombûna li derdora Rêveberiya Xweser weke projeyeke demokratîk ku jiyaneke bi rûmet û azad ji hemû beşên civakê re peyda bike, kir her wiha îşaret bi girîngiya ku hikûmeta Şamê bawer e ku hişmendiya navendî û siyaseta paşguhkirinê ya beriya 2011’an ve vegere, pêk nayê û divê tev li diyalogan bibe.

(bx)