Hesen Koçer: Armancên siyasî li pey girtina deriyan hene

Hesen Koçer got, armanc ji mijara girtina deriyên sînor û deriyê Til Koçerê bi taybet hilweşandina aboriya herêmên Rêveberiya Xweser e. Koçber got, bikaranîna deriyên mirovî weke kaxezeke zextê ya siyasî kiryarekî derexlaqî ye.

Hesen Koçer: Armancên siyasî li pey girtina deriyan hene
24 kanûn, 2021   01:04
REQA – XALID EL-CÛMA

Tevî bangên ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve yên ji bo vekirina deriyên sînor ê Til Koçer, bang bê bersiv dimîne û girtina derî didome. Ev jî dibe sedem ku zehmetiyên şênî, koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bibin.

Li ser mijarê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ji ANHA'yê re axivî û got: "Armancên sereke yên girtina deriyan li ber Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bûn."

Hesen Koçer wiha domand: "Li pey girtina deriyên sînor ên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re armancên siyasî hene. Tu têkiliya wan bi mijara qanûnî û mirovî re tune ye û bi tu awayî ne girêdayî mijarên mirovî ye."

Koçer diyar kir ku  armanca din a girtina deriyan ew e ku xizanî û bêkariyê Ii ser gelê ku bi hezeran şehîd di oxira rizgarkirina mirovahiyê ji mezintirîn hêzên terorîst di cîhanê de dane ferz bikin.

Hesen Koçer destnîşan kir ku girtina deriyê Til Koçer, deriyê Sêmalka û deriyên bi hikûmeta Şamê re mijareke siyasî û dijminahî ye da ku zextê li herêmê bikin û ev tişt anî ziman: "Nabe deriyên mirovahiyê ji ber rewşên siyasî werin girtin."

Hesen Koçer di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê mirov ve li mijara girtina deriyan dinihêrin. Em deriyan weke kaxezeke zexta siyasî bikar naynin. Berovajî hêzên siyasî ku deriyan weke kaxezeke zextê bikar tînin da ku zextê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

Hesen Koçer diyar kir ku QSD`ê ji bo mirovahiyê û rizgarkirina tevahî cîhanê ji xeteriya DAIŞ`ê gelek berdêl dan, niha jî gelek dewlet biryar didin ku deriyan bi herêmên Rêveberiya Xweser re venekin, alîkariyê ji ser zêdetirî 1 milyon koçber li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bikin.

Hesen Koçer wiha pêde çû: "Me bang li civata navneteweyî, meclisa ewlehiyê û gelek dewletan weke Rûsyayê kir ku ji bo armancên mirovî û gihandina alîkariyên mirovî ji kampên koçberan ên li herêmên cûda yên Sûriyê  re destwerdana doza vekirina deriyan bikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rizgarkirina wan ji DAIŞ`ê herêmin aram in û piştî rizgarkirinê jî û heger ne ji ambargoya giran ji hemû aliyan ve ba dê di aliyê aborî de jî aram ba."

Hesen Koçer diyar kir ku armanc ji girtina deriyê Til Koçer ew e ku aboriya herêmê hilweşîne, gelên herêmê birçî bike, di heman demê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşîne û got: "Lê îradeya gelên herêmê naşkê, gelê herêmê dê li hember hemû zehmetiyan bisekinin û wan derbas bikin."

Hesen Koçer da zanîn ku dema QSD`ê şerê DAIŞ`ê dikir, her tim hêzên Koalisyona Navneteweyî pêre di nava koordînasyonê de bû da ku terora DAIŞ`ê têk bibin û wiha axaftina xwe domand: "Divê dewletên koalisyonê danûstandinê bi mijara girtina deriyê Til Koçer de bike weke ku çawa danûstandin di demên berê de dikir da ku jiyana koçber û şêniyên herêmê rizgar bike."

cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bang li civata navneteweyî kir ku di mijara girtina deriyan de destwerdanê bike û got: "Ji ber ku armanca me ya sereke pêkanîna pêwîstiyên civakê ye û nabe derî ji bo mijarên siyasî werin girtin."

(bx)

ANHA