QSD`ê têkildarî erebeya bombebarkirî daxuyanî da

Îro li bajarokê Deşîşe yê gundewarê Hesekê QSD`ê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê bêbandor kir. QSD`ê piştrast kir ku DAIŞ, hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê van hewldanan dike.

QSD`ê têkildarî erebeya bombebarkirî daxuyanî da
23 kanûn, 2021   13:02

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî bêbandorkirina erebeya bombebarkirî daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 22`yê Kanûnê de yekîneyên taybet ên QSD`ê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Deşîşe bêbandor kir ku şaneyên veşartî yên terorîst hewl didan wê bigihînin Hesekê û li wir biteqînin.

Yekîneyên me gelek hewldanên terorîst ên DAIŞ`ê li Hesekê, Ebû Xeşeb û Reqayê têk birin.

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê van hewldanan dikin. Lê hêzên me amade ne, li hember wan êrişan bisekinin û gelê xwe ji hemû xeteriyan biparêzin.”

(şx)

ANHA